Mihemed Ebas: Bêyî rêber Ocalan tu çare ji dozên Rojhilata Navîn re tune ne

Siyasetmedar Mihemed Ebas got dê bi serbestberdana rêber Abdullah Ocalan re çare ji krîzên li Rojhilata Navîn re pêk bên, li gel wê jî divê Amerîka, Îsraîl, Brîtanya û dewleta Tirk dev ji înkarkirina gelê Kurd berdin.

Mihemed Ebas: Bêyî rêber Ocalan tu çare ji dozên Rojhilata Navîn re tune ne
22 adar, 2021   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas der barê agahiyên li ser tevnên civakî yên Tirkiyê yên li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan nexasim piştî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ajansa me re axivî.

Buroyê duşema borî daxuyand ku ew bi tu awayî nikarin hevdîtinê bi muwekilên xwe yên li girtîgeha Îmraliyê re deynin.

Mihemed Ebas di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em kiryarên ku îstîxbaratên Amerîka, Îsraîl, Birîtanya û dewleta Tirk kirine ku bi wê re rêber Ocalan li paytexta Kenya Nairobiyê girtine, şermezar dikin."

Ebas da zanîn ku Amerîka, Îsraîl û Brîtanaya hevkarên dewleta Tirk di girtina rêber Ocalan de ne û wiha domand: "Ev yek komploya navneteweyî li dijî gelê Kurd bi giştî ye."

Têkildarî bersivdana li ser idîayên dawîn ên girêdayî tenduristiya rêber Ocalan, Ebas bang li Amerîka kir ku rêber Abdullah Ocalan serbest berdin, ji ber ku Amerîka roleke sereke di girtina rêbertî de lîst û şerekî taybet li dijî gelê Kurd û rêberê wî bi awayekî yekser û bi rêya wekîlên xwe meşand.

Ebas wiha domand: "Em niha di merheleyeke dîrokê de dijîn, her wiha herêm di rewşên siyasî û leşkerî yên dijwar de dijî û di merheleyên girîng û dîrokî re derbas dibin. Ji lew re em banga serbestdana rêber Ocalan dikin."

Ebas metirsiya xwe der heqê çarenûsa rêber Abdullah Ocalan de nîşan da û wiha dewam kir: "Madem ku rêber Ocalan girtiye, metirsî heye. Em tevahî têkildarî çarenûsa rêber Ocalan de bi fikar in û bang li Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û dewleta Tirk ên ku beşdarî girtina rêber Ocalan bûne dikin ku rêbertî berdin û dev ji siyasetên înkarkirina hebûnê berdin."

 ‘RÊBER OCALAN NÛNERTIYA TEVAHÎ KURDISTANÊ DIKE’

Ebas eşkere kir ku tevahî hewldanên çareserkirina dozên Rojhilata Navîn, ger rêber Ocalan nehat berdan, dê bi bin bikevin, ji ber rêber Ocalan nûnertiya gelê Kurd li tevahî Kurdistanê dike û dê serbestberdana rêbertî bi xwe re azadî, demokrasî û aştiyê bîne.

Ebas da zanîn ku civaka Kurdistanê ku di nava Sûriyê, dewleta Tikr, Iraq û Îranê de hatiye parçekirin, banga destwerdan û serbestberdana rêber Abdullah Ocalan dike û piştrast dike ku serbestberdana rêbertî ji pêşeroja van dewletan re pir girîng e.

 ‘ÇAREYA SIYASÎ’

Ebas destnîşan kir ku pêwîstî bi hevgirtina hêzên Kurd ên li tevahî Kurdistanê, şermezarkirina sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd heye, li aliyekî din jî divê Amerîka, Îsraîl, Brîtanya rêber Ocalan serbest berdin da ku çareyeke siyasî ji herêmê re bîne.

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên girêdayî NY’yê, di serî de jî rêxistian Efû ya navneteweyî, mafên mirovan, Society for Threstened Peoples kir ku bi erkên xwe di çareserkirina doza Kurd de rabin.

Ebas wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê gelê Kurd di hewldanên qirkirinê re yên ji hêla dewleta Tirk de derbas nebe û divê dewleta Tirk sûcan li dijî rêber Ocalan pêk neyne."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pnG_DJp5_k4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>