Kesên nenas ciwanekî ji bajarokê Bisêra yê Dêrazorê kuşt

Şeva din kesên nenas sivîlekî ji bajarokê El-Bisêra yê li rojhilatê Dêrazorê kuşt.

Kesên nenas ciwanekî ji bajarokê Bisêra yê Dêrazorê kuşt
21 adar, 2021   08:35
 DÊRAZOR

Nûçegihana me ji Dêrazorê ragihand ku kesên nenas ciwanê bi navê Ebullah Mehrûs ê ji bajarokê El-Bisêra, bi guleyan kuşt.

Ciwanê navborî li nêzî xeta trênê ya li nêzî bajarok hate kuştin.

Hate zanîn ku Mehrûs veguhastine nexweşxaneyeke bajarok, lê ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest daye.

(cx)

ANHA