Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarê Eyn Îsayê dike, QSD bersiv dide

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê mielek û Seyda yên rojavayê navçeya Eyn Îsa û taxên bakur ên navçeyê dikin, şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dide êrişan.

Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarê Eyn Îsayê dike, QSD bersiv dide
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarê Eyn Îsayê dike, QSD bersiv dide
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarê Eyn Îsayê dike, QSD bersiv dide
20 adar, 2021   05:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên 12:00`ê şevê ve bê navber êrişî gundên Mielek û Seyda ên rojavayê navçeya Eyn Îsa û taxên bakur ên navçeyê dikin, hêzên Sûriya Demokratîk QSD jî di çarçoveya parastina rewa de bersivên tund dide êrişan.

Nûçegihanê me diyar kir ku di van kêliyan de şer bi dijwarî diqewime.

Dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bê navber êrişî navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê kir, şervanên QSD`ê jî bersivên tund dan êrişan, li gorî daxuyaniya QSD`ê di encama êrişên duh de 16 çete hatin kuştin.

Şer berdewam e.

ANHA