Jinên Dêrazorê: Divê rewşa tenduristî ya rêber Ocalan were zelalkirin

Jinên Dêrazorê bang li rêxistinên hiqûqî û NY’yê kir ku erkên xwe yên li hember rêber Ocalan bi cih bînin û rewşa tenduristiya wî zelal bikin.

Jinên Dêrazorê: Divê rewşa tenduristî ya rêber Ocalan were zelalkirin
18 adar, 2021   20:19
DÊRAZOR

Endamên Rêveberiya Jinan a Dêrazorê, bi daxwaza ku tavilê hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re bê kirin û rewşa tenduristiya wî were eşkerekirin, kom bûn û daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên plankirî yên dewleta Tirk a ên li dijî rêber Abdullah Ocalan berdewam in, armanc ji van sûcan şikandina vîna wî ye û wiha hate domandin: " Lê hikumeta Tirkiyê nizane ku em heta eşkerekirina çarenûsa rêbertî û piştrastkirina rewşa wî ya tenduristî em ranawestin û ranazin.

Em di porjeya neteweya demokratîk, xeta demokrasî û azadiya jinê de berdewam in, me gelek şehîd di oxirkirina bidestxistina fikireya azad a jinan de da. Em ê îro şehîdên din di oxira azadiya rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan de bidin.

Bi navê jinên Dêrazorê, em bang li wijdana cîhanê ya azad, rêxistinên sivîl, hiqûqî û mafên mirovan dikin ku fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin, rewşa rêber Ocalan eşkere bikin û rewşa wî bi daxuyaniyekê zelel bikin."

(fr)

ANHA