​​​​​​​Kongreya Star û PYD'ê banga eşkerekirina rewşa Rêbertî kirin

Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişlo daxuyaniyek hevpar da, helwestên rêxistinên mirovî û hiqûqî yên derbarê kiryarên faşîzma dewleta Tirk şeremzar kirin û gotin, divê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.

​​​​​​​Kongreya Star û PYD'ê banga eşkerekirina rewşa Rêbertî kirin
​​​​​​​Kongreya Star û PYD'ê banga eşkerekirina rewşa Rêbertî kirin
​​​​​​​Kongreya Star û PYD'ê banga eşkerekirina rewşa Rêbertî kirin
16 adar, 2021   18:00
QAMIŞLO

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ji aliyê endamê rêveber ê nivîsgeha PYD'ê ya bajarê Qamişlo Helîm Iko ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan em vê daxuyaniyê didin. 22 sal inRêber Abdullah Ocalan di nav çar dîwarên girtîgehên faşîzma dewleta Tirk de ye."

Di daxuyaniyê de helwestên tevahî saziyên mirovî û hiqûqî yên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê kiryarên faşîmza dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hate şermezarkirin û wiha domand: "Di van rojên dawî de medyayên Tirkiyê têkildarî rewşa tenduristî ya rêbertî îdia kir ku rewşa wî nebaş e, lê ev sazî heta niha derbarê rewşa tenduristî ya rêbertî tu daxuyanî nedane."

Her wiha hate diyarkirin ku gelên Kurd, Ereb û Suryan û hemû kesên ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer in, dê nesekinin heta ku agahiyekî li ser tenduristiya baş a rêbertî bigirin, dê li qadan bin heta ku parêzer û malbat hevdîtinê bi rêbertî re bikin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, diruşmeyên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

ANHA