​​​​​​​Rûsya: Ji ber bicihbûna hêzên Tirkiyê li derdora Eyn Îsayê em bi fikar in

Navenda Lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku ew ji ber şandina hêzên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li derdora navçeya Eyn Îsayê gelekî bi fikar e.

​​​​​​​Rûsya: Ji ber bicihbûna hêzên Tirkiyê li derdora Eyn Îsayê em bi fikar in
16 adar, 2021   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê rêveberê Navenda Lihevanînê ya Rûsya general Alexander Karpovi: "Aliyê Rûsî ji veguhastina alavên leşkerî yên hêzên tirkî û asêkirina nuqteyên xwe yên li derdora Eyn Îsa ya parêzgeha Reqayê gelekî bi fikar e. Ev kiryar muzaketiyên bin pê dike û xebatên her du aliyan ên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têk dibe."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şandina hêzên xwe û pêkanîna êrişan li dijî Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê didomînin. Ev yek lihevkirinên ku hatine îmzekirin bin pê dike.