​​​​​​​'Bi milyonan mirov li ser xeta Rêbertî dimeşin'

Şêniyên kantona Hesekê bang li CPT'ê kir ku tavilê destwerdanê bike û rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike. Şêniyan nameya xwe dan û gotin: "Bila dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku bi milyonan mirov bi Rêber Abdullah Ocalan re ne û li ser xeta wî dimeşin."

​​​​​​​'Bi milyonan mirov li ser xeta Rêbertî dimeşin'
​​​​​​​'Bi milyonan mirov li ser xeta Rêbertî dimeşin'
​​​​​​​'Bi milyonan mirov li ser xeta Rêbertî dimeşin'
​​​​​​​'Bi milyonan mirov li ser xeta Rêbertî dimeşin'
​​​​​​​'Bi milyonan mirov li ser xeta Rêbertî dimeşin'
​​​​​​​'Bi milyonan mirov li ser xeta Rêbertî dimeşin'
​​​​​​​'Bi milyonan mirov li ser xeta Rêbertî dimeşin'
16 adar, 2021   17:40
HESEKÊ

Desthilata Tirkiyê ji salan ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. Çavdêr dibêjin ku ev tecrîd ne mirovî ye, ku rê nadin malbat û parêzeran ku hevdîtinê pê re pêk bînin û wî ji mafên wî bi par hiştine.

Desthilata Tirk bi rêya vê tecrîdê armanc dike ku girêdana gel û Rêber Abdullah Ocalan qut bike.

Du rojên derbasbûyî,  medyayên ser bi Tirkiyê ve agahiyên derbarê nebaşbûna rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de parve kirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê piştî bihîstina vê agahiyê bi girse herikîn qadan û xwestin ku tavilê hevdîtin bi rêbertî re bê kirin û agahî li ser rewşa wî bistînin. Her wiha bang li CPT'ê kirin ku bi lez mudaxle bike rewşa rêbertî eşkere bike.

Endama Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê – Hesekê Leyla Bonciq ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku agahiyên ku medyayên dewleta Tirk beriya cejna Newrozê derbarê nebaşbûna rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de belav dikin da ku Newrozê veguherînin rojeke reş, ji ber ku ev roj ji bo tevahî gelên herêmê rojeke pîroz û mubarek e.

Leyla destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk û biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn têk bibe.

Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, Neteweyên Yekbûyî, bi taybet CPT'ê kir ku bi lez destwerdanê bikin û rewşa tenduristî ya rêbertî eşkere bikin.

Leyla Bonciq di dawiya axaftina xwe de got: "Em jinên Rojava û her çar aliyên Kurdistanê soz didin ku em ê li qadên têkoşînê bin, heta ku agahiyekî derbarê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bigirin."

Endama PYD'ê li Kampa Waşûkanî Sûriya Mihemed jî axivî û nameyek da desthilata Tirk û wiha got: "Bila dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku bi milyonan mirov li pey Rêber Abdullah Ocalan û li ser xeta wî dimeşin."

Sûriya bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe li hemberî tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêbertî pêk tîne, bi cih bîne.

Endama Rêveber a Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê Nesrîn Mecdel jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide nêrîna civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev bike û Cejna Newrozê têk bike.

Nesrîn Mecdel destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya belavkirina agahiyên li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan heta jê tê hewl dide şahiyên Newrozê asteng bike û tevliheviyê di nava gelên herêmê de çêbike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên bi vî rengî îrade û israra me naşkîne, ji ber ku em bi îradeyeke ji hesin li ber xwe didin û ji bo naskirina rewşa tenduristî ya rêbertiya me em ê ser hildin."

ANHA