​​​​​​​Ciwanên Qamişlo: Heta ku agahî ji Rêbertî re neyê girtin em ê li qadan bin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi daxwaza eşkerkirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û soz da ku heta agahî ji rêbertî neyê girtin ew ê li qadan bin.

​​​​​​​Ciwanên Qamişlo: Heta ku agahî ji Rêbertî re neyê girtin em ê li qadan bin
16 adar, 2021   17:26
QAMIŞLO

Bangên zelalkirina agahiyên derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi çalakiyên cûr bi cûr, zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo meşeke li dar xist.

Ciwanan şoreşger bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên ji pêşiya Navenda `Wargeha Ciwana` a bajarê Qamişlo dest bi meşê kirin. Meş li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) rawestiya û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de ciwana sloganên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" berz kirin û xwestin ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan were zelalkirin.

Her wiha soz da ku heta agahiyekê ji rêbertî neyê girtin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

 (sb)

ANHA