​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Ehmed re hate xwestin

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şervanê QSD'ê Çiya Ehmed (Gerîla Helinc) re xwestin.

​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Ehmed re hate xwestin
​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Ehmed re hate xwestin
​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Ehmed re hate xwestin
​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Ehmed re hate xwestin
​​​​​​​Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Ehmed re hate xwestin
16 adar, 2021   16:23
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ji bo şervanê QSD'ê Çiya Ehmed Baz (Gerîla Helinc) yê ku li herêma Dêrazorê di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûbû, konê sersaxiyê li gundê wî Helincê veda.

Bi dehan şêniyên kantonê herikîn bin kon û ji malbata şehîd re sersaxî xwestin.

Di bin kon de merasîmek hate lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen sersaxî ji malbata şehîd Çiya Ehmed û hemû şehîdan re xwest û got: "Dîroka me bi berdîlan dagirtî ye. Divê em fedekariyên şehîdan mîna şehîd Gerîla Helinc ên ji bo welat zarokên xwe li pey xwe hişte ji bîr nekin."

Şêx Hesen doza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serekftin û azadiyê da.

Di merasîmê de durişmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd û dilsoziya bi şehîdan re hate berzkirin.

ANHA