Dayikên gerîla 8`ê Adarê pîroz kir û banga parastina destkeftiyên şoreşê kir

Dayikên gerîla 8`ê Adarê li tevahî dayik û têkoşeran pîroz kir û banga hevgirtinê ji bo parastina şoreşê, kir.

Dayikên gerîla 8`ê Adarê pîroz kir û banga parastina destkeftiyên şoreşê kir
11 adar, 2021   12:55
QAMIŞLO

Bi boneya 8`ê Adarê dayikên gerîla bi beşdarbûna endamên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star û Mala Jin daxuyaniyek da.

Dayikan di daxuyaniya xwe de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" hildan.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên navenda perwerdeyê ya navçeya Amûdê Cîhan Hebîb li parka rêbertî ya navenda navçeyê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em hemû jinan bi taybet dayikên gerîla pîroz dikin. Em vê roja pîroz li wan pîroz dikin ku heger ne ji wan ba em ne digihaştin vê pêvajoyê. Jinên ku li hember zihniyeta baviksalarî ku rola jinê û mafên wê binpê kirin, têkoşiyan û li ber xwe dan.

Bi saya têkoşîna şehîdan em gihaştin vê pêvajoyê û em bi azadî û rûmet dijîn. Jina Kurd gihaştiye pêvajoyeke pêşketî ji zanist û çandê. Maf û erkên xwe nas dike. Ev hemû bi saya dayikên ku zarokên xwe li ser heskirina welêt û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin kirine.

Em weke dayikên gerîla dê çalakiyên ji bo parastina destkeftiyên ku bi sasya şehîd û şervanan û bi berxwedan û têkoşînê hatine bidestxistin, dewam bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bibin yek da ku şoreşa xwe biparêzin û armancên xwe pêk bînin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ai6T0V27gj8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>