Kongreya Star: Serhildana 12`ê Adarê serhildana gel li dijî zilmê bû

Koordînasyona Kongreya Star salvegera 17`emîn a Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anî û got: “Ew serhildan komployeke Baasiyan a ji bo tunekirina nasnameya kurdî li Rojava û Sûriyê bû.”

Kongreya Star: Serhildana 12`ê Adarê serhildana gel li dijî zilmê bû
11 adar, 2021   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 17`emîn a Serhildana 12`ê Adarê ku sala 2004`an çirûska wê ji bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê dest pê kir, Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Koordînasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de got: “Em bejna xwe li hemberî şehîdên Serhildana Qamişlo û hemû şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Ew komployeke birêxistinkirî bû ji aliyê hejmareke Baasiyên şofînîst ên li Sûriyê û rejîmê yekser piştgirî daye. Bi wê yekê xwestin nasnameya kurdî li Rojava û Sûriyê tune bikin û fitneya tayîfî di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din de derxin. Lê belê ew bûyer bi lez veguherîn serhildaneke gel a mezin li dijî komplogerên Baasî yên şofînîst. Wê serhildanê ruhê şofînîzmê yê rejîma Baasê li hemberî Kurdên Sûriyê û asta bandora rejîma Baasê ya Sûriyê û rejîma Tirk ya li gel îmzekirina peymana Adanayê, eşkere kir.

Lê belê îradeya gelê me û hêviyên wî yên azadiyê hişt ku li dijî zilmê serî hilde û çirûska serhildanê ji bajarê Qamişlo dest pê kir û gihaşt Kobanê, Efrîn, Şam û Helebê. Her wiha veguherî serhildana gelan a bi beşdariya hemû gelê Sûriyê û siyasetên ku armanc dikirin pêkhateyan ji hev dûr bixin, têk bir.

Wekî Koordînasyona Kongreya Star em soza xwe ya pêkanîna armancên şehîdan, nû dikin. Ew şehîdên ku di oxira azadî, demokrasî û mayîndekirina sîstema neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe feda kirin. Xwîna şehîdên me li me ferz dikin ku biqasî berpirsiyariyê bin û erkên ku di vê qonaxa nazik de ji me tên xwestin, pêk bînin. Divê em hewldanên xwe bikin yek da ku em refa kurdî bi taybet û refa nîştimanî ya Sûriyê bi giştî bikin yek.

Em bang li hemû jinên Sûriyê dikin ku ji bo avakirina Sûriyeke pirreng, nenavendî û pêkanîna aramî û îstiqrarê li herêmê, hevgirtî bin.”

(cx)

ANHA