Li kampa Holê termê penaberekî iraqî yê din hate dîtin

Hêzên ewlekariyê yên kampa Holê, cenazeyê penaberekî iraqî ku bi guleyan hatiye kuştin, dîtin. Ji destpêka vê salê ve, hejmara kesên ku heta niha hatine kuştin û birîndarkirin gihaşt 36`an.

Li kampa Holê termê penaberekî iraqî yê din hate dîtin
9 adar, 2021   12:27
HESEKÊ

Rêveberiya kampê diyar kir ku hêzên ewlekariyê îro cenazeyê penaberekî iraqî yê bi navê Sêf Ebid Acil (21) di beşa duyemîn a li kampê de dîtin.

Tevî ku bûyerên kuştinê li dijî penaberên Iraqê zêde dibin, lê hê jî hikumeta Iraqê vegera welatiyên xwe napejirîne. Wekîlê Wezareta Penaberan ya Iraqê Kerîm Nûrî da zanîn ku redkirinek di vegerandina penaberên Iraqê yên di Holê de heye, ji ber ku ew metirsiyekê çêdikin.

Li kampa Holê ku xetertirîn kampên cîhanê ye, şaneyên DAIŞ'ê di kampê de bûyerên qetilkirinê pêk tînin. Di kampê de, zêdetirî 62 hezar koçber û penaber hene, jê hejmara penaberên Iraqê 30 hezar û 703 kes in.

Wekîlê Sekreterê Giştî yê Nivîsgeha Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî, Vladimir Ivanovich Voronkov, di civînekê ku di dawiya Çileyê de hate lidarxistin de, daxwaz kir ku 27 hezar zarok ji kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerînin û got:" Yek ji mijarên herî girîng li cîhanê îro ew e ku rewşa tirsanek a zarokên di kampa Holê de ye."

Yekşema borî rêveberiyê kampa Holê destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê cenazeyê penaberekî iraqî yê bi navê Nimir Yasîn di beşa yekemîn a komîna C3 de dîtin.

Hêjayê bîrxistinê ye ku ji destpêka sala nû ve hejmara kuştî û birîndaran di kampê de gihaşt 36 bûyeran.

)dm)

ANHA