Davutoglu: Erdogan Tirkiyê ji YE`yê dûr xist

Serokezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu tevgerên Erdogan û rejîma serokatiya Tirkiyê rexne kirin û got ew zirarê didin têkiliyên Tirkiyê bi Yekitiya Ewropayê re.

Davutoglu: Erdogan Tirkiyê ji YE`yê dûr xist
8 adar, 2021   08:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevdîtinekê de bi rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi dûrxistina welêt ji Ewropayê tawanbar kir.

Davutoglu yê ku ji endamtiya AKP`ê istîfa kiriye û sala 2019`an partiyek din ava kiriye, got biryarên ku piştî derbeya 2016`an hatine girtin, Tirkiyê ber bi zordestiyek mezintir ve bir.

Davutoglu wiha domand: Ruxmî hişyariyên me, lê serok û rêveberiya partiyê, pergala desthilatê ya li welêt guhert û pergala serokatiyê pejirand. Ev teşeya siyasetê li Tirkiyê guhert. Rêgeza heyî, Tirkiyê ji nimuneya demokratiyê û rêveberiyê ya ewropî dûr xist."

Davutoglu siyaseta derve ya Erdogan rexne kir û got Erdogan peywendiyên sazûmanî û stratejîk ên demdirêj bi peywendiyên kesayetî guhert çi li ser asta têkiliyên bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re û têkiliya bi serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump re.  

(şx)