​​​​​​​Ji UNICEF hişyarî: Ji ber koronayê dibe ku 10 milyon zarok werin zewicandin

UNICEF’ê di daxuyaniya xwe ya 8’ê Adarê de diyar kir ku ji ber koronayê dibe ku heta sala 2030’an 10 milyon zarok werin zewicandin. Hate diyarkirin ku li ser 100 milyon zarokên keç jî rîska zewicandinê heye.

​​​​​​​Ji UNICEF hişyarî: Ji ber koronayê dibe ku 10 milyon zarok werin zewicandin
8 adar, 2021   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber girtina dibistanan, xerabbûna şertên aborî, sekinandina xizmetên raya giştî û mirina dê û bavan dibe ku zarokên biniya 18 salî werin zewicandin.

Zewicandina zarokan di deh salên dawîn de ji sedî 25 kêm bûbû ango pêşiya zewicandina 25 milyon zarokan hate girtin.

Li gorî UNICEF’ê li temamî dinyayê 650 milyon zarokên keç û jin beriya ku têkevin 18 saliya xwe hatin zewicandin. Nîvê vê zewaca zarokan jî herî zêde li Bangladeş, Brezîlya, Etîyopya, Hindistan û Nîjeryayê hate kirin.