Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li gundên rojavayê Kobanê yên li ser sînorên Sûriye-Bakurê Kurdistanê, dewriyeyeke hevbeş meşandin.

Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş
8 adar, 2021   08:14
KOBANÊ

Dewriyeya hevbeş a Rûsya-artêşa Tirk a dagirker di saet 8:00`ê sibehê de li gundên sînorî yên rojavayê Kobanê dest bi gera xwe kir. Tê payîn ku dewriyeya ji 4 wesayitên elşkerî yên her du aliyan pêk tê, di gelek gundên rojavayê Kobanê re bigere.

Meşandina dewriyeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de li gorî lihevkirinên Soçî yên 22`ê Mijdara 2019`an, pêk tê.

(cx)

ANHA