Li kampa Holê cenazeyê penaberekî iraqî hate dîtin

Hêzên ewlekariyê yên kampa Holê cenazeyê penaberekî iraqî ku ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatiye kuştin, dît.

Li kampa Holê cenazeyê penaberekî iraqî hate dîtin
7 adar, 2021   10:51
 HESEKÊ

Rêveberiya kampê ragihand ku îro li beşa yekemîn a kampê li komîna C3 ku malbatên penaber ên ji Iraqê lê dimînin, hêzên elwekariyê cenazeyek dîtiye.  

Rêveberiyê da zanîn ku cenaze yê ciwanê bi navê Nimir Rebah Yasîn (16) e û bi guleyan hatiye kuştin.

Rêveberiya kampê her wiha got duh jî hêzên ewlekariyê cenazeyê koçbereke ji Sûriyê (20) ku li konê xwe yê li beşa 5`an a kampê hatibû kuştin, dîtiye.

Bi vê yekê, ji destpêka îsal de li kampê zêdetirî 30 bûyerên kuştin û birîndarkirinê rû dane.

Li Kampa Holê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê, penaberên ji Iraqê û koçberên ji herêmên Sûriyê lê dimînin, bûyerên kuştina bi alavên bira û çekan zêde bûne.

Hêzên ewlekariyê, di dawiya Çileya borî de li kampê ji saet 16:00`an ve qedexeya derketina derve ferz kiribû.

(cx)

ANHA