​​​​​​​Zanîngeha Rojava bi Washingtona State re hevpeyman îmze kir

Zanîngeha Rojava hevpeymanek bi Zanîngeha Washington State a Amerîkayê re îmze kir.

​​​​​​​Zanîngeha Rojava bi Washingtona State re hevpeyman îmze kir
7 adar, 2021   07:08
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Bi armanca pêşxistina asta Zanîngeha Rojava di milê zanistî, çandî û tenduristî de, zanîngehê hevpeymanek bi Zanîngeha Washington State re îmze kir.

Der barê hurgiliyên vê hevpeymanê de berpirsa Buroya Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo diyar kir ku hevpeyman bi rêya Rêxistina Kurdistan (KAID) ya ku li Washington hatiye damezirandin hatiye pêkanîn û wiha domand: "Ew rêxistin rêxistineke kurdistanî ye, dixwazin li ser asta her çar beşên Kurdistanê alîkariyê bidin saziyan, bi taybet saziyên Rojavayê Kurdistanê."

Gulistan wiha domand: "Hevdîtin di navbera Rêxistina Kurdistan (KAID), Zanîngeha Rojava û rêveberiya Fakulteya Tenduristî û Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngha Washington State hatin pêkanîn."

Gulistanê destnîşan kir ku Zanîngeha Washington State zanîngeheke pir kevnar e û wiha dewam kir: "Di 24`ê Çileya 2021`an de me hevpeyman bi rêya civîneke fermî di nava her sê aliyên navborî de bi awayê online li dar xist, li ser esasê wê civînê me li hev kir û hevpeyman îmze kir."

Gulistanê diyar kir ku hevpeyman di çarçoveya giştî ya pêşxistina aliyên perwedehî û zanistî hatiye pêkanîn û li ser hejmarek xalan hatiye îmzekirin. Her wiha programên cuda yên astên mastier, doktora û xwendina bilind hatine esasgirtin.

Her wiha da zanîn ku ew ê komxebatan jî bi hev re li dar bixin û wiha got: "Projeyên taybet dê ji aliyê Zanîngeha Washington State ve bên fînansekirin.”

Gulistanê eşkere kir ku hevpeyman li ser 5 salan hatiye îmzekirin û piştî 5 salan bi daxwaza her du aliyan dibe ku bê nûkirin.

DÊ KOVAREKE HEVBEŞ BÊ AMADEKIRIN

Her wiha diyar kir ku bi hevguhertina xwendkaran jî di projeyan de heye, dê xwendekarên her du zanîngehan li gorî programên taybet ên ku bên amadekirin, hevkar bin û wiha şîrove kir: "Gelek programên Zanîngeha Washington State ên navneteweyî hene, ji ber ku ji sedî 30 ji xwendkarên wan biyanî ne. Me niha pêşnûmeyek amadekiriye da ku pêşkêşî Zanîngeha Washington State bikin, ew pêşnûmeya me di derbarê parastina folklor, çand û şûnwarên Rojavayê Kurdistanê ye. Ev program heke fînaseya wê bê erêkirin dê komên xwendekaran bi hev re kar bikin, di encamê vî karî de wê erşîf bikin. Wê bi rengekî çapkirî pêşkêş bikin."

Gulistan wiha axaftina xwe domand: "Li ser çêkirina kovareke hevbeş di navbera her du aliyan de bi rêya xwendekaran hatiye lihevkirina. Dê ev proje ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve bê piştgirîkirin ji hêla madî ve."

Gulistanê da zanîn ku bi van hevpeymanan êdî fermîyeta Zanîngeha Rojava li ser asta cîhanê çêdibe. Her wiha di pêşerojê de xizmetê ji xwendkarên zanîngehê re dike bi rêya itîrafeke resmî bi bawernameyên wan.

Têkildarî nerîna Zanîngeha Washington State li ser Zanîngeha Rojava Berpirsa Buroya Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo da xuyakirin ku wan nerîneke erênî li ser zanîngehê stendiye, her wiha hevdîtin bi erênî nirxandine û wiha got: "Dan û standin di navbera me de her dewam dikin."

Hêjayî gotinê ye ji dema damezirandina Zanîngeha Rojava ve gelek hevpeyman bi gelek zanîngeh û dezgehên fikirî û çandî yên cîhanî re îmze kirine. Hevpeyman bi Zanîngeha EmdenLeer a Almanî, Zanîngeha Parma yaÎtalî, Zanîngeha Kalîfornia û Navenda Parastina Kultura Kurdistanî li Silêmaniyê re jî imze kiriye.

ANHA