​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran: Serdana El-Herîrî ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk e

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê serdana serçeteyê bi navê Nesir El-Herîrî ji herêma Başûrê Kurdistanê re şermezar kir û got ev serdan ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker e.

​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran: Serdana El-Herîrî ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk e
6 adar, 2021   12:40
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê serdana çeteyê bi navê Nesir El-Herîrî serokê Îtîlafa Sûriyê ji herêma Başûrê Kurdistanê re û pêşwazîkirina wî ji aliyê serokê PDK`ê Mesûd Berzanî ve, şermezar kir.

Rewşenbîran bazirganiya bi maf û serkeftinên gelê Rojava şermezar kir û destnîşan kir ku ew pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk e.

Daxuyanî ji aliyê endama yekitiyê şaxê Hesekê Kewser Mardînî ve li pêşiya nivîsgeha yekitiyê ya Hesekê hate xwendin. Bi dehan rewşenbîr tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de serdana çeteyê îtîlafê ji Başûr re di salvegera dagirkirina Efrînê ya 3`yemîn de û di dema ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelê Rojava ji bo yekitiyê bi hemû pêkhateyên xwe dixebite û nêzî çareseriya siyasî ku parastina destkefiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, şermezar kir.

Hate destnîşankirin ku yekitiya kurdî ku li ser banga fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî hate kirin, peyamek ji dijminên Rêveberiya Xweser re ye ku Erdogan û çeteyên wê nûnertiya wan dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serdanên bi vî awayî ne jixweber in, ew peyamek ji cîhanê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser, şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re ye ku kesên sûcên li herêmên dagirkirî pêk tînin, pîroz dikin hene û wiha hate gotin: “Di heman demê de, çavên xwe ji rastiya serjêkirinê re, tecawizkirina jinan re, îşkenciya kal û pîran re, qutkirina darên zeytûnan û parçekirina ala kurdî, hilweşandina peykerê Kawa, lîstina bi cenazeyê Barîn û Hevrîn û îşkencekirina Çîçek Kobanê, digirin."

Di daxuyaniya de hate piştrastkirin ku serdanên bi vî awayî ji bo derxistina fitneyan in û xizmetek e ji bo dijminên Kurdan.

Yekitiya rewşenbîran bang li gel, rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê, saziyên fikrî û hêzên siyasî kir ku redkirin û şermezarkirina serdana Nesir El-Herîrî eşkere bikin.

(bx)

ANHA