Jinên Êzidî: Em 8`ê Adarê despêkê li şehîdan pîroz dikin

Jinên Êzidî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) seredana Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kir.

Jinên Êzidî: Em 8`ê Adarê despêkê li şehîdan pîroz dikin
6 adar, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê çalakiyên jinan ên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de jinên Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) serdana gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kirin. Jinan gulan danîn ser gorên şehîdan.

Jinan diyar kir ku ew bi saya şehîdan îro li ser axa Şengalê jiyan dikin, lewma ew di hemû boneyan de di serî de serdana gorên şehîdan dikin.

Jina bi navê Sêvê Kurto 8’ê Adarê li rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û mirovahiyê pîroz kir û  got: "Di serî de em 8’ê Adarê li tevahiya şehîdên ku li ber axa Şengalê de canê xwe dane pîroz dikin, bi saya şehîdan em karin îro 8’ê Adarê bi azadî  û li ser axa xwe pîroz bikin.  Ji ku derê ve hatibin ji be axa me ve canê xwe feda kiribin û şehîd bûbin, em wan şehîdan pîroz dibînin. Ji ber ku wan ji ber axa şengalê ve canê xwe dane."