Rûsyayê baregehên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêmên çolistana Sûriyê derdora 60 êriş pêk anîn.

Rûsyayê baregehên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin
6 adar, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Rûsyayê piştî 72 saetan ji rawestandina êrişan, duh (în) ji nû ve operasyonên xwe li dijî çolistana Sûriyê domandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 60 êriş li dijî eniyên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li çolistana rojhilata Hemayê, deverên di sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê de û çolistana rojhilatê Humsê de pêk anîn. Di encamê de 11 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Ji 24’ê Adara 2019'an û heta niha, di encama êriş, teqîn û kemînên çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Firat, çolistana Dêrazor, Reqa, Swêda û Humsê de, derdora hezar û 353 endamên hêzên hikumeta Şamê; di nav wan de herî kêm 2 rûsî û 145 komên alîgirên Îranê, hatin kuştin. Her wiha di heman demê de 809 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Her wiha di encama êrişên çeteyên DAIŞ'ê de, 4 sivîlên ku di zeviyên gazê de kar dikin, 11 şivan, welatiyek, zarokek û 2 mêr hatine kuştin

(dm)