Rojnameyên erebî: Lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk di sala xwe ya duyemîn de tê binpêkirin

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, derbeyên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê û hilbijartinên Filîstînê kir.

Rojnameyên erebî: Lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk di sala xwe ya duyemîn de tê binpêkirin
6 adar, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

‘MOSKOVÊ SALA DUYEMÎN A AGIRBESTÊ BI BOMBEKIRINA HERÊMÊN ENQEREYÊ DA DESTPÊKIRIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Moskovê sala duyemîn a lihevkirina bi Enqereyê re ya der barê agirbesta li Idlibê de bi bombebarankirina derdora bakurê bajêr ê nêzî sînorê Tirkiyê, herêmên Cerablus ên bakurê Helebê yên di bin serweriya komên çekdar ên Sûriyê yên ku destekê ji dewleta Tirk digirin, da destpêkirin.

Berpirsekî di Parastina Sivîl a Idlibê de got balafirên şer ên Rûsyayê bi moşekan deverên Idlibê bombebaran kirin. Bombebaran li ser navenda bajarê Meret Misrîn ê bakurê Idlibê pêk hat û di encama wê de 3 sivîl birîndar bûn. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê herêmê digeriyan. Berpirs destnîşan kir ku li derdora herêmên hatine bombebarankirin gelek kampên koçberan hene, metirsî hene ku ew jî werin hedefgirtin û komkujî di nava sivîlan de çêbe.

Li gorî çalakvanan ku ev cara 5`an e ku balafirên şer ên Rûsyayê parêzgeha Idlibê ji destpêka 2021`an ve bombebaran dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê ji destpêka ragihandina lihevkirina agirbestê bi dewleta Tirk re ji 5`ê Adara 2020`an ve, 320 carî ew herêm bombebaran kirine, 4 hezar û 500 topên hêzên rejîmê li wê herêmê ketine û di encama wê de 429 kes, ji wan 80 sivîl, hatine kuştin.”

‘ŞERÊ ÎRAN-AMERÎKA GIHAŞT SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ’

Rojnameya El-Ereb behsa derbeyên li dijî hêzên Amerîkayê kir û wiha got: "Şerê milîsên şîe yên Iraqê yên girêdayî Îranê li dijî berjewendî û hêzên Amerîkayê rastî hemleyeke tund li ser hikumeta serokwezîr Mistefa Kazimî ku hevalbendê DYA`yê, tê. Ev yek di peyameke Îranê ya dualî de ji derokê Amerîkayê re Joe Biden re pêk hat û tê de hate diyarkirin ku Tehran dikare xebatên cuda yên rêveberiya wê yên siyasî û ewlekariyê li Iraqê hilweşîne.

Qeys El-Xuzelî ku serkêşiya komên Ehl El-Heq dike ku yek ji komên herî tund ên milîsên şîe li Iraqê ye û têkiliya wan bi Pasdarên Îranê ve heye, fermandarên payebilind ên ewlekariyê bi sîxuriya ji konsolxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê re tawanbar kirin û wiha got: "Ev yek bi agahiya hikumeta Mistefa Kazimî tê kirin."

HILBIJARTINÊN FILISTÎNÊ

Rojnameya El-Beyan behsa hilbijartinên Filîstînê kir û wiha nivîsand: "Gelê Filistînê li hêviya hilbijartinên giştî ye da ku parçebûyîna di nava gel de bi dawî bibe."

Tevî ku zehmetî pir in jî, lê hêviyên wan mezin in ku hilbijartin bi ser bikeve û ber bi ewlekariyê ve biçe. Lê tişta herî giring ku gelê Filistînê li hêviya wê ye ku beşdarbûna ciwanan aktîf be.

Çavdêran metirsiyên xwe ji ber nûkirina rewabûna rêveberên niha di hilbijartinan de eşkere kir û destnîşan kir ku li gorî vê senaryoyê ku tu kes li Filistînê nikare der barê hilbijartin û encamên wê de zêde kêfxweş be.”

 (bx)