​​​​​​​`Plana garantor bi bin ket û dewleta Tirk hewl dide Mîsaqa Millî vejîne`

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên El-Elî got, bi saya berxwedana QSD û vîna gelên herêmê planên dewleta Tirk û Rûsya " Garantor" bi bin ketin. El-Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya sûcên xwe hewl dide Mîsqa Millî vejîne.

​​​​​​​`Plana garantor bi bin ket û dewleta Tirk hewl dide Mîsaqa Millî vejîne`
5 adar, 2021   01:38
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê êrişên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim gundewarên navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê didomînin.

Dewleta Tirk a dagirker rojane li ber çavên hêzên Rûsyayê ku aliyekî garantorê agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, sûcan pêk tînin û herêmê topbaran dikin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên El-Elî der barê bêdengiya Rûsya û nebersivdayîna hikumeta Şamê û armancên wan ji ANHA`yê re axivî.

El-Elî di destpêkê de got, dewleta Tirk bi armanca ku planên xwe yên berê û nû li herêmê pêk bîne, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

El-Elî balkişand ser timayên dagirkera Tirk û wiha domand: “Ew dixwaze serdema osmaniyan vejîne ku li ser wêraniyê û kuştinê ava bûbû. Dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb heta bigihêje Musil û Kerkûkê bi temamî dagir bike da ku salvegera 100 `an a peymana Lozanê Mîsaqa Millî bixe meriyetê.”

El-Elî da xuyakirin ku ji ber cihê herêmên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê yê stratejîk ku dikeve nexşerêya Mîsaqa Millî, ji 2020`an ve di nava bêdengiya navneteweyî û herêmî de rastî êrişan dewleta Tirk a dagirker tên.

El-Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên Sûriyê hewl dide têkiliyan di navbera bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qut bike, da ku projeya Rêveberiya Xweser bi bin bixe.

El-Elî wiha domand: “Lihevkirinek di navbera hikumeta Şamê û Rûsyayê de çêbû siyasetên wan li herêmê eşkere bûn, piştî ku rê dan dewleta Tirk ku êrişî herêmê bike û fişarê li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin ku yan herêmê radestî hikumeta Şamê bikin an jî dewleta Tirk dê herêmê dagir bike. Lê bi saya berxwedana leheng a QSD û gelên herêmê ev her du plan jî bi bin ketin.”

El-Elî xuya kir ku yekitiya gelên herêmê têrê dike ku tevahiya hewldanên dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û wiha berdewam kir: "Divê aliyên Kurd bi rêya berdewamkirina diyalogî kurdî yekitiyê pêk bînin û dagirkirinê bi dawî bikin."

El-Elî destnîşan kir ku divê civaka navdewletî erka xwe ya mirovî li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi li Lîbya, Ermenistan, bakurê Afrîkyayê û Başûrê Kurdistanê  dikin, pêk bîne û sûcên wê û yên çeteyên wê rawestîne.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên El-Elî wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Divê Rûsya û Amerîka wek hêzên garantor ên herêmê rê nedin dagirkeriya Tirk ku êrişî herêmê bike, ji ber ku pêkhateyên herêmê ji wan hêvî dikin ku tedbîrên pêwîst bigirin û sînorekê ji dewleta Tirk re deynin."

(şx)

ANHA