Bavê Leyla Şaylemez: Erdogan komkujî îtîraf kiribû

Bavê şehîd Leyla Şaylemez, Cûmalî Şaylemez diyar kir ku Erdogan îtîrafeke wekî ya Îsmaîl Hakki Pekîn di mîtînga 9'ê Adara 2014'an a li Rihayê de kiribû û got "Kîjan aliyê dewletê ev komkujî kiribe jî di encamê de destê dewleta Tirk û Erdogan di vê komkujiyê de heye. Dewleta Tirk û Erdogan berpirsyar in. Divê sûcdarên vê komkujiyê werin dadgehkirin."

Bavê Leyla Şaylemez: Erdogan komkujî îtîraf kiribû
1 adar, 2021   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Di 9'ê Çileya 2013'an de li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li nêzî stasyona trênê Gare Du Nord ya Parîsê, di demekê de ku hevdîtinên di navbera rayedarên dewleta Tirk û PKK'ê de dewam dikirin, ji damezirînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Ev komkujiya qirêjî, di heman demê de êrişeke li dijî Tevgera Jinên Kurd û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû. Di vê serdemê de planên nû yên qirkirinê li dijî berxwedana gelê Kurd ketin dewrê. Di demekê de ku Kurd di pêvajoya bidestveanîna statuyê de bûn, biryareke hevpar a şer a hêzên global bû. Rêber Abdullah Ocalan qetilkirina Sakîne Cansiz (Sara) wek Komkujiya Dêrsimê ya duyemîn û îlana şer bi nav dike.

ERDOGAN, BERIYA KOMKUJIYÊ KIRIN HEDEF

9'ê Çileya 2013'an di dîroka Kurdan de rojeke reş e. Li aliyekî ' pêvajoya muzakereyê ' û muzakereyan dewam kir, li aliyekî jî polîtîkayên îmha û înkarê bi şêweyên cuda dewam kirin. Beriya vê dîrokê operasyonên rayguherandinê bi gotinên Recep Tayyîp Erdogan, bûbûn dirûşma çapemeniya alîgir. Erdogan çend caran got "Terorîst li ku derê bin, yanî em ê wan li şikeftên wan, guleyan li wan bireşînin." Ev gotin, îtirafeke komkujiyê bû ku ji aliyê dewletê ve amadehiya wê dihat kirin.

Yek ji kujerên komkujiyê Omer Guney, di çarçoveya lêpirsînê de piştî komkujiya li dijî 3 jinên şoreşger hat destgîrkirin û 8 roj şûnde hat girtin. Beriya komkujiyê hate dîtin ku Omer Guney di salekê de 13 caran derbasî Tirkiyê bûye û têkiliya wî ya bi MÎT'ê re diyar bû.

Lêpirsîna ronîkirina komkujiyê heta Gulana 2015’an dewam kir.  Piştre jî sûcdar Omer Guney di 5'ê Kanûna 2016'an de hate darizandin. Lê belê parêzerên 3 jinên şoreşger roja darizandinê îtiraz kir. Tevî vê yekê jî dadgehê dîroka rûniştina yekemîn diyar kir; 23’yê Çileya 2017. Lê 36 roj beriya rûniştina yekemîn, di 17’ê Kanûna 2016’an de li nexweşxaneya ku lê bû, Omer Guney miribû. Li dû mirina biguman a Omer Guney, doz hat betalkirin.

MÎT'Ê ÎTÎRAZ KIR

Îtirafên rêveberên payebilind ên MÎT'ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ên ji aliyê PKK'ê ve hatibûn girtin, derket holê ku komkujiya Parîsê ji aliyê kê ve hatiye kirin. Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn li xwe mikur hatin û got, "Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ne ji aliyê 'yên xwestin pêvajoya aştiyê asteng bikin' ve, ji aliyê muxatabên xwe yên li Enqereyê ve hatin qetilkirin. Pêvajoya ku jê re tê gotin ‘pêvajoya aştiyê’ jixwe operasyon bû. Ev operasyona tasfiyeya bi hevdîtinan bû. Û li aliyekî vê pêvajoyê hevpeyvîn hebûn û li aliyê din jî êriş hatin kirin. Yanî ne wisa ye, Heyetên çûn Îmraliyê û Osloyê jî li Parîs û Qendîlê komplo didan kirin.”

Bi însiyatîfa malbat û parêzerên 3 jinên şoreşger, di Nîsana 2017'an de lêpirsîneke nû li ser rola MÎT'ê ya di komkujiyê de dest pê kir. Di Adara 2018’an de ji bo ku lêpirsîn ji nû ve dest pê bike û di encama lêpirsînê de "kesên ku fermana kuştinê daye û hevkarên wan ên sûc darizandine" piştî xwesteka malbatên şoreşgerên jin ên Kurd, dadgerekî antîterorê hat tayînkirin.

PEKÎN LI XWE MIKUR HAT

Ji parêzerên 3 jinên şoreşger Jean Louis Malterre diyar kir ku ev yek ji aliyê dadgeriya Fransayê ve jî hate rojevê ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiyee kirin. Di vê pêvajoyê de piştî ku artêşa Tirk a dagirker li Garê têk çû, serokê berê yê Daîreya Îstixbaratê ya serfermandariya Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameyeke televîzyonê de neçar ma qebûl bike ku Komkujiya Parîsê ji aliyê dewletê ve hatiye kirin.

Di televîzyona CNN Turk de yek ji kanalên di bin kontrola desthilata faşîst a AKP-MHP'ê de ku qala têkçûna li Garê ya artêşa Tirk hate kirin, serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê yê serfermandariya Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn li ser pirsa "Di sala dawî de gelek rêveberên payebilind ên PKK'ê, MÎT'ê girtin û anîn, bi operasyonên bi vî rengî. Ji bo min xuya ye ku Tirkiye ev demek e vî karî dike" got "Dike, lê binêrin, Murat Karayilan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan. Hin ji van kesan divê bên girtin. Hingî PKK dê ji nişka ve aloz bibe. Divê ev ji destê wan bên girtin. Em bi kesên ku di navbera mêjî û lingan de têkiliyê deynin re mijûl dibin. Lê belê lazim e mêjî xera bibe."

Pekîn rola MÎT'ê ya di Komkujiya Parîsê de qebûl kir û got: "Zêdetir. Konseya Rêveber heye û bi îhtîmaleke mezin ew di vê astê de bi berpirsyariya Murat Karayilan e. Li jêr wî jî tîm hene. Mînak pir zêde ji Qendîlê dernakevin. Li Ewropayê hêzên van hene. Divê em ji bo hêzên wan ên li Ewropayê tiştekî bikin. Berê li Parîsê hatibû kirin lê... "

Îsmaîl Hakki Pekîn di rojên paş de di nirxandinên xwe yên ji bo Medya Haberê de diyar kir ku divê ev cînayet ji nû ve bên kirin û her wiha îdia kir ku dê ji hêzên rojavayî re bi vî rengî peyamek bê dayîn.

ERDOGAN JI BER DOZA KOMKUJIYÊ DIKARE BÊ DARIZANDIN

Li ser bingeha hiqûqa navneteweyî, heke îtîrafên ku Îsmaîl Hakki Pekîn kirine, balê bikişînin ser, divê rêveberiya Erdogan a faşîst ji ber rola xwe ya di Komkujiya Parîsê de were darizandin û cezakirin. Ev yek jî dîtina hêzên Ewropayî ya li gelê Kurd bi taybetî û şirîkatiya rejîma Tirk a li qirkirina Kurdan nîşan dide ku ev sed sal e dixwaze pêk bîne.

Bavê endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, Cûmalî Şaylemez gotinên Îsmaîl Hakki Pekîn ên li ser televîzyonan ji ANHA’yê re şîrove kirin.

Cûmalî Şaylemez têkildarî doza li Fransayê dewam dike got: "Di Mijdara 2020'an de bi dadgerê dosyaya dozê re randevuya me hebû, lê ji ber pêvajoya pandemiyê ev hevdîtin nehat kirin. Darizandina berê ya li dadgehên Fransayê, ji ber mirina kujer Omer Guney hate girtin. Di encama hewldan û lêkolînên me yên piştre de dozeke nû hat vekirin. Em ê bi dadgerê re li ser qonaxa darizandinê nîqaş bikin, lê me nekarîbû.  Wek malbatên 3 şoreşgerên jin ên hatin qetilkirin, em ê heta dawiyê doza xwe bişopînin û em ê dest jê bernedin."

‘EM KUJERAN NAS DIKIN’

Cûmalî Şaylemez destnîşan kir ku hêzên komkujî pêk anî, ji aliyê malbatan ve tên zanîn û di pêvajoya darizandinê de dixwazin wan teşhîr bikin û wiha got: "Wek gelê Kurd em kujeran baş nas dikin. Em dizanin ku fermana komkujiyê ji aliyê kê ve hatiye dayîn, kî parçeyek ji vê ye. Eger heta niha kujer nehatine darizandin û cezakirin, ez difikirim ku li dijî têkoşîna gelê Kurd e."

Cûmalî Şaylemez diyar kir ku gelê Kurd û dostên wî bawer dikin ku dê di dozê de ji bo ronîkirina dozê pêşketin bi dest bikeve û got: "Heta ku ev pêvajo dewam bike, ez bawer im dê bi saya hewldanên gelê Kurd kujer bên darizandin. Hikumeta Fransayê yan jî hikumetên din ên cîhanê, yên ku mafên mirovan diparêzin, yên dibêjin em demokrat in, bi aşkerakirina sûcdarên di vê dozê de dê tevkariyê li darizandina wan bikin."

‘DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DOZÊ RONÎ BIKIN’

Cûmalî Şaylemez destnîşan kir ku di sedsala 21'an de qetlîameke bi vî rengî nayê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Em wek malbat careke din dixwazin diyar bikin ku em ê şopdarên vê dozê bin. Bi vê komkujiyê re hat xwestin ku yên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd didomand, bên cezakirin. Ev komkujî qetlîamek e ku divê ji aliyê her kesî ve bê lanetkirin. Ev komkujî di heman demê de qetlîameke li dijî mirovahiyê ye. Divê hikumeta Fransayê û welatên ku demokrasiyê di cîhanê de diparêzin, ji bo ev edalet zûtir bê misogerkirin, xebat û lêpirsînên pêwîst pêk bînin û kujer û kesên ku piştgiriya wan dikin, derxin pêşberî dadgeriyê.”

Cûmalî Şaylemez têkildarî îtîrafên serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya serfermandariya Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn wiha axivî: “Ev îtîraf têkçûna wan nîşan dide. Ji ber ku ew li Tirkiyê û li ber çavên raya giştî ya cîhanê bêzar bûne, armanca wan ew e ku bi komkujiyên li Başûrê Kurdistanê, Rojava, Şengal û bi taybetî li Ewropayê pêşengên tevgera Kurd qir bikin, vê tevgerê ji hev belav bikin. Ew retorîk ji devê wî derket. Dibe ku vê retorîkê jî înkar bike. Edaleta Xwedê wan tîne radeya îtirafê."

‘ERGOGAN ÎTÎRAF KIRIBÛ’

Cûmalî Şaylemez got Erdogan îtîrafa xwe ya wekî ya Îsmaîl Hakki Pekîn di mîtînga 9'ê Adara 2014'an a li Rihayê de anî ziman û wiha dewam kir: "Erdogan qebûl kir ku ev komkujî ji aliyê endamên FETO'yê ve hatiye kirin. Heke endamên FETO’yê kiribe jî, di wê demê de hemû saziyên dewletê bi hev re tev digeriyan. Kîjan yekîneya dewletê ev komkujî kiribe jî destê dewleta Tirk û Erdogan di vê komkujiyê de heye. Dewleta Tirk û Erdogan berpirsyar in. Divê sûcdarên vê komkujiyê werin dadgehkirin."

Cûmalî Şaylemez wiha pê de çû: "Hem Fransa hem jî welatên ku xwe berpirsyar dibînin, ji bo darizandina berpirsyarên vê komkujiyê piştî van îtîrafan divê gavên şênber biavêjin. 3 jinên Kurd ên şoreşger li cihekî mîna Parîsê li dilê Ewropayê hatin qetilkirin. Em wek malbat ji bo ku berpirsyarên vê komkujiyê werin darizandin, em ê hewlên xwe bidomînin. Bi hêsankirina tedbîrên pandemiyê re em ê bi dadgerê ku li dosyaya dozê dinêre re hevdîtinê bikin û qonaxa dawî ya dozê li ber çavan bigirin."

'HIKUMETA FRANSAYÊ HEWL DA DOZÊ BINIXUMÎNE'

Cûmalî Şaylemez got “Em kujeran baş nas dikin, lê divê hikumeta Fransayê di vê mijarê de gavên şênber biavêje” û têkildarî agahiyên ku dadgerê dosyaya yekemîn a dozê dane wan, wiha axivî: “Di wê demê de dadger li 5 an jî 6 welatan lêkolîn li ser dosyayê kir û dosya amade kir. Dosyayên wê demê amade kiribûn, nîşanî me dan û got 'Hemû rê diçin Tirkiyê, ji Tirkiyê diçin Enqereyê û piştre diçin avahiya MÎT'ê'. Dadger ev gotin tenê bi malbatan re parve kir, ev rewş bi raya giştî ya cîhanê re parve nekir. Li ser vê yekê şîrove nekirin. Ev yek ji ber berjewendiyên wan e. Hemû çavkaniyên dewlemend ên Tirkiyê yek bi yek ji wan re pêşkêş kirin. Ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe li komkujiyên li dijî gelê Kurd digirin. Wek gelê Kurd em ê têkoşîna xwe li hemû qadan bidomînin.”