Civînên Astanayê… trajediyeke ji bo rewakirina dagirkeriyê

Encamên civînên Astanayê êdî ji her kesî re eşkere bûne ku herêmên nû di navbera "sê aliyên bazarê" de dabeş dike. Her wiha bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina kesên biyanî li şûna wan, demografiya herêmên Sûriyê diguherin.

Civînên Astanayê… trajediyeke ji bo rewakirina dagirkeriyê
1 adar, 2021   02:46
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Rêzefîlima “Cvînên Astanayê" bi dubarekirina trajediya reş ji aliyê "sê aliyên bazarê" ve anku Rûsya, Îran û Tirkiye hatiye amadekirin. Dewletên navborî sedema wêrabûna li welat û koçberkirina gelan in, lê xwe wek parêzvanên berjewendiyên gelê Sûriyê nîşan didin.

BAZARÊN SIYASÎ

Ji 23-24'ê Çileya 2017'an ve, bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê, her sê dewletan 15 gerên Astanayê bêyî beşdarkirina xwediyên aloziyê, li dar xistin. Lê nîqaş û encamên van civînan diyar bûn, ku tenê berdewama lihevkirinên Rûsî-Tirkî ne.

Di encamên hemû geran de lihevkirin û bazarên siyasî derdiketin pêş. Her wiha beriya her gereke Astanayê li ser erdê rageşî çêdibû ku aliyê serkeftî ev rageşî li ser maseya diyalogan îstismar dike. Diyalogên wan bi pevguhartina serweriyên li herêmên Sûriyê bi dawî dibe.

Li ser erdê rêzefîlma "Civînên Astanayê" ji bo çareseriya aloziya gelê Sûriyê tiştek pêşkêş nekir, lê belê gelê Sûriyê keysbaz kir. Di gera xwe ya 4`emîn de ku di Gulana 2017`an de li dar ket, peymana "herêmên bêçek" çêbû ku armanca wê careke din hêzên hikumeta Şamê rûbereke berfireh ji erda Sûriyê serwer bikin, ji ber ku bi piştgiriya Rûsya û Îranê nekarî ev yek pêk bianiya.

Li gorî peymana "herêmên bêçek" ku ji 4 herêman pêk tê; dema ku hêzên hikumetê êrişî herêmekê dikir, komên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi fermana dewleta Tirk şer li hemû eniyan radiwestand, bi vê re Rûsya bi navê çareseriyê mudaxele dikir. Di vê çarçoveyê de çete û malbatên wan dişandin herêmên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine.

Ev siyaset li gundewarên Şamê, Humisê û Helebê yên di bin serweriya hikkumeta Şamê de hate meşandin, li hemberî vê yekê dewleta Tirk a dagirkir Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Bi rêya rêzefîlmê Rûsya bi alîkariya dewleta Tirk opozîsyona Sûriyê tune kir.

Tevî ku her her sê dewletan hewl da ku van civînan bixin warê siyasî de, lê cewherê wê leşkerî bû û ji bo çareseriya siyasî û mirovî tu pêşketin çênekirin û xwe li paş wan vedişartin ji wan; dosyaya girtiyên siyasî û qaşo komîteya destûrê.

/kr/uploads/files/2021/02/28/211200_-.webp

Di vê çarçoveyê de akademîsyen û lêkolînerê siyasî Îbrahîm Mûslim got: "Beriya niha gelek gerên Astanayê bi rê ve çûn û aliyên van geran dixwazin wê bi kongreyê Cinêvê biguherin. Moskov dixwaze dosyaya Sûriyê wergire, lê qelenê vê yekê ew e ku rewabûna hebûna dewleta Tirk û Îranê ya li ser erdê Sûriyê erê bike."

Mûslim diyar kir ku benda yekemîn a civînên Astanayê îşaretê bi yekitiya Sûriyê dike, lê berovajî vê yekê ew dibînin ku Sûriyê di navbera Moskov, Tehran û Enqereyê de hatiye parçekirin û tê zanîn ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û Îran jî dibîne ku hebûna wê ya li Sûriyê bi erêkirina hikumeta Şamê ye û wiha domand: "Dewleta Tirk jî hebûna xwe bi rêya çeteyên alîgirên xwe rewa dibîne û nîqaşa dosyayên terorîstan dikin. Lê komên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike hemû terorîst in û piraniya dewletên ku di nava Koalîsyona Navneteweyî û NY`yê de wan wekî komên terorîst bi nav dikin. Ev jî bi helwesta wan re bi nakok e ku herî zêdetir balê dikişînin ser herêmên Rêveberiya Xweser."

Îbrahîm Mûslim ev yek li gotina xwe zêde kir: "Banga yekitiya Sûriyê dikin, lê balê nakişînin ser gefên li ser xaka Sûriyê, lê em tev de dizanin ku dewleta Tirk bi xwe gefan li erdê Sûriyê dixwe û di heman demê de destwerdana Îranê jî di vê çarçoveyê de. Bi vî rengî xwe wek alternatîfên kongreya Cinêvê dibînin."

‘KIRIN BEREVAJÎ GOTINAN E’

Dewletên ku navên garantor li xwe kirine û gel jî navê "sê aliyên bazarê" li wan kiriye, daxuyaniyên xwe yên gerên berê kopî dikin û qaşo girîngiyê didin yekitiya erdê Sûriyê û serweriya wê û parastina xêr û bêra wê dikin. Lê di rastiyê de êrişî Rêveberiya Xweser a Demokratîk dikin ku rêveberî nahêle Sûriyê û xêr û bêra wê ji aliyê hersê dewletan ve were dizîn.

Lê di pratîkê de rewş cuda ye, dewleta Tirk bi rêya Astanayê rûbereke mezin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir, ji wan Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Idlib û hin parçeyên ji gundewarên Hema, Laziqiyê û Helebê.

Ev herêm û bi belgekirina dezgehên çapemeniyê û gelek rêxistinan ji aliyê rêveberiyê ve bû girêdayî Tirkiyê û alên dewleta Tirk hatin rakirin û li şûna lîreyê Sûriyê lîreyê Tirkiyê hate ferzkirin û dibistan û fakulteyên tirkî hatin vekirin.

Di pêvajoya salên derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Sûriyê bi gelek kiryarên xwe nasnameya herêmên Sûriyê yên dagirkirî, wekî Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî guhart.

Ji van kiryaran hikumeta demkî û meclisên wê hatin avakirin, da ku nasnameyan derxin û ev yek jî gefan li nasnameya neteweyî ya Sûriyê dixwe.

Piştî ku şêniyên herêman koçber kirin û bi hezaran çete û malbatên wan nexasim ên Tirkmen bi cih kirin, ala dewleta Tirk rakir, artêşa Tirk li şûna lîreyê Sûriyê lîreyê xwe ferz kir.

Bi armanca derbekirina hîmên dewleta Sûriyê û nasnameya wê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryarek derxist ku li herêmên Sûriyê yên dagirkirî peymangeh û fakulteyên girêdayî dewleta Tirk werin vekirin.

Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê bi taybet siyaseta tirkkirinê meşand, sembolên kurdî ji bajêr rakirin û navên kolanan û qadên sereke guhartin û alên dewleta Tirk û wêneyên Erdogan li daîreyên fermî, dibistan û deverên giştî hatin bilindkirin.

Li gorî raporên çapemeniyê yên 2019`an qaşo Meclisa Efrînê ya girêdayî çeteyên artêşa Tirk ji aliyê rêveberiyê ve girêdayî Antakyayê (Hatay) ye.

DIJBERIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ Û KURDAN

Her 3 aliyên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê li bajarê Soçî ya Rûsyayê di 16 û 17`ê Sibatê de gera xwe ya 15`emîn li dar xistin.

Wekî her çarê bi daxuyaniyekê hin tawanên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bar kirin.

Hersê aliyan daxuyaniya xwe bi biryarekê bi dawî kir ku ew jî gera 16`an a Astanayê di nîvê salê li bajarê Sûltan ê dewleta Kazaxistanê li dar bikeve.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) encamnameya gera 15`an a Astanayê bi daxuyaniyekê red kir. MSD`ê encamnameya ku Îran, Tirkiye û Rûsyayê da, wekî ku tu girêdana wê bi rastiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola Rêveberiya Xweser tune ye, bi nav kir.

MSD`ê di daxuyaniyê de, xala ku di encamnameya Astanayê ya têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wê wekî binpêkirina mafên gelê Sûriyê û dûrî rastiyê dibîne.

Îbrahîm Mûslim têkildarî vê mijarê ev nirxandin kir: "Di warê pratîkî de gera Astanayê wekî doza dan û standina di navbera Rûsya, Îranê û Tirkiye de ya têkildarî awayê rêveberbirina herêmên serweriyên wan de ye û bi rêya wê nîqaşa rewşa Idlibê û herêmên bêçek kirin. Her wiha nîqaşa Rêveberiya Xweser jî kirin ku dixwazin bi hemû awayan projeya Rêveberiya Xweser têk bibin."

Îbramîn Mûslim îşaret bi lihevkirina aliyên Astanayê kir û got beşdarên Astanayê her tim li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev dikin û ew baş dizanin ku dewleta Tirk li pey vê yekê ye.

ꞌCIVÎN DAGIRKERIYÊ REWA DIKINꞌ

Têkildarî armanca berdewamkirina van civînan Îbrahîm Mûslim diyar kir ku Astanayê û kesên beşdarî wê bûne destwerdana ji aloziya Sûriyê re rewa dikin û bi vê yekê dixwazin Astanayê berdewam bikin û garantiya hebûna xwe ya li ser xaka Sûriyê misoger bikin.

Mûslim ev yek li gotina xwe zêde kir: "Destwerdana ji erdê Sûriyê bi şewqa Rûsyayê û bi erêkirina hikumeta Şamê ku bi fermanên rêveberiya Moskovê tev digere pêk tê. Ji dagirkirina Efrînê bigire û heta bi Serêkaniyê û Girê Spî, hemû li ser têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê li hev kirin. Ji lew ra mirov dikare bibêje ku Astanayê dagirkeriya artêşa Tirk û Îranê rewa kiriye."

Mûslim bal kişand ser rewşa mirovî ya li Sûriyê û got: "Mirov dikare bi karesetê bi nav bike, ji ber vîrusa koronayê ya nû, koçberkirin û zêdetirî milyon û nîvek kes hem windayî û hem jî mirî hene, derdora 7 heta bi 8 milyon kesan di navbera koçber, penaber û bi darê zorê hatine koçberkirin hene, yên ku bûn sedem ku ev tişt rû bidin kesên ku destwerdana aloziya Sûriyê kirine."

Îbrahîm Mûslim bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Piştî QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî DAIŞ`ê têk bir, rewş hinekî aram bû, lê belê piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser erdê Sûriyê û dagirkirina hin herêman, hikumeta Şamê fikirî ku êrişên leşkerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca lawazkirina rêveberiya wê ye û di encamê de wê herêmê serwer bike."

/kr/uploads/files/2021/02/28/211305_.webp

Li aliyekî din jî muxalîf û siyasetmedarê sûrî Elî Rehmûn da zanîn ku ji dema gerên Astanayê dest pê kirine, Rûsyayê hewl da ku biryara Meclisa Ewlehiriya ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254`an paşguh bike.

Têkildarî qonaxa ku rêgeha Astanayê gihaştiyê jî Elî Rehmûn ev nirxand kir: "Bi rêya rapora Pedersen a ji Meclisa Ewlehiyê re diyar bû ku rastiya rewşê gihaştiye qonaxeke gelekî krîtîk û di encamê de rê li pêşiya komîteya destûrê hate girtin. Her wiha nûnerê navneteweyî banga girîngiya hebûna destwerdaneke navneteweyî kir ku ev dosya bi pêş bikeve, lê wekî ku me berê bi bîr xistibû rêgeha vê komîteyê di qonaxeke krîtîk de ye û teqez hikumeta Sûriyê aliyê bêkêr e. Ji lew ra di halê hazir de rêgeh zor e û ger ji aliyê navneteweyî ve guhartin di vê dosyayê de çênebe, rê li pêşiyê girtî ne.

Elî Rehmûn destnîşan kir ku heta niha tişta ku Pedersen an jî komên navneteweyî dikin, ne zelal in û ev jî isbat dike ku civaka navneteweyî heta niha bi awayekî cidî nêzîkî çareseriya siyasî ya Sûriyê nebûye.

ꞌNE GARANTOR IN, DEWLETÊN DAGIRKER INꞌ

Elî Rehmûn qala rola dewletên ku navên xwe kirine" garantor" kir û da zanîn ku ji bo peymanên ku li ser hatiye mohrkirin, ew qet ne dewletên garantor in, her wiha xwestin ku li gorî berjewendiyên xwe tev bigerin, ew dibînin ku Rûsya ji dema ku derbasî Sûriyê bûye tekane xema wan ew e ku parastina vê hikumetê bikin û Tirk jî xema wan ew bû ku destwerdana çarenûsa Sûriyê bikin û wiha domand: "Ji ber vê yekê kesê herî zêde ji vê rêgehê sûd dîtiye; dewleta Tirk e. Parçeyên erdê Sûriyê dagir kirin, di serî de Efrîn ku sûcên tetrîkkirinê li wir pêk tîne, her wiha li Serêkaniyê û Girê Spî çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, mafên kesên li wir binpê dike, beriya wê jî zêdetirî 250 hezar welatiyên Girê Spî û Serêkaniyê jî koçber kiribûn, heta beriya van her du herêman jî ji vê hejmarê zêdetir welatiyên Efrînê jî koçber kiribûn."

Elî Rehmûn anî ziman ku van dewletan ji bo ku parçeyekî ji erdê Sûriyê dagir bike, li hev kir, Rûsya karînên aborî yên vî welatî serwer kirin û lihevkirinên mezin ên aborî yên ji bo îstismarkirina zeviya El-Şair ê gazê û hin zeviyên petrolê û fosfatê hene.

ꞌLI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DEREW Û ŞERÊ ÇAPEMENIYÊꞌ

Têkildarî tawanbariyên ku dewletên garantor li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, Rehmûn got: "Ev derewên batil in, rejîm şêwazxa Goebbels bi kar tîne ku ew jî 'Derewan bike, heta tu kesekî bibinî ku ji te bawer bike' di encamê de ji ber lawaziya xwe vê siyaseta demogojiyê bi kar tîne. Di heman demê de li gorî helwesta Rûsyayê ye ku hewldana zindîkirina serwerkirina hemû erdên Sûriyê dike. Di dawiyê de tu kêliyê jî bi awayekî nêzîkî hewldanên aloziya Sûriyê nebûye ku divê li gorî awayekî siyasî yê pêşniyarkirî be."

Rehmûn ev xal lê zêde kirin: "Hikumeta Şamê bi van derewan û bi rêya hêzê û tundiyê hewldana vegera herêmên Sûriyê dike ku wekî beriya sala 2011`an û beriya wê jî."

Rehmûn destnîşan kir ku hikumeta Şamê hîn jî ji van herêman petrol dikişîne, di heman demê de beşek ji genimê li herêmê kirî, lê ji ber ferqa nirxan a ku li gorî wê nirxê genim hate diyarkirin, nema ev miqdar kirî, ji ber ku Rêveberiya Xweser genim bi nirxekî bilindtir diyar kir û wiha berdewam kir: "Lê hikumeta Şamê û wekî ew fêr bûne her tim dixwaze her kesî keysbaz bike û pereyan bixe berîka xwe, lê belê di pêkanîna tiştê ku berê dikir de bi bin ket, ji lew ra berê xwe dide derew û demogojiya çapemeniyê da ku welatiyan li hemberî vî reftarî tehrîk bike."

Elî Rehmûn diyar kir ku ger wek kesên bêalî lê binêrin, mirov dibîne ku jiyana aborî û civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên di bin serweriya hikumetê de baştir e, ji ber ku rêjeya feqîrtiyê ya li herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de ji sedî 90 e û asta debarê jî diyar e.

Muxalîf û siyasetmedarê sûrî Elî Rehmûn axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Kesên ji bo parçekirina Sûriyê dixebitin ew dewletên dagirker û garantorên rêgeha Astanayê û yên din in, di serî de Rûsya, Tirkiye û Îran in, jixwe ev jî bi beşdarî û erêkirina hikumeta Sûriyê ye."

(eh)

ANHA