​​​​​​​Li Qamişloyê Komxebata Zimanê Dayikê li dar dikeve

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke yê hemû gelan e" Komxebata Zimanê Dayikê organîze kir.

​​​​​​​Li Qamişloyê Komxebata Zimanê Dayikê li dar dikeve
21 sibat, 2021   11:49
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke yê hemû gelan e" îro li Hola Efrînê ya li bajarê Qamislo Komxebata Zimanê Dayikê dest pê kir. Nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê, saziyên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî û herêmî û rewşenbîr beşdarî komxebatê bûne.

/ar/uploads/files/2021/02/21/093219_qam-munteda-28229.webp

Di komxebatê de du mijarên sereke tên nîqaşkirin ; mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û cihê wê di qanûnên navneteweyî û herêmî de û perwerdeya pirzimanî û pirçandî di pergala perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

/ar/uploads/files/2021/02/21/093208_qam-munteda-28329.webp

Komxebat bi axaftina hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Doko dest pê kir. Nesrîn bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku tevî raghinadina rojeke cîhanî ji bo zimanê dayikê jî, lê hê jî gelek pêkhate û gelên cîhanê ji perwerdeya bi zimanê dayikê bê par in.

Nesrîn her wiha diyar kir ku ew dizanin ku pêwîstiya hemû gelan bi perwerdeya bi zimanê dayikê heye û ji lew re ew yek ji armancên sereke yên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê ye.

Nesrîn destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her kesî ye û wiha lê zêde kir : "Piştî 10 salan ji Soreşa Bakur û Rojhilata Sûriyê, hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi zimanên xwe perwerde dibin. Lê ev ziman rojane ji aliyê sîstemên desthilatdar ên herêmê ve reastî êrişê tên û bi dehan salan gel ji wê yekê mehrum kiribûn."

Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya kantona Qamişloyê Nor El-Dîn Mihemed û endama rêveber a Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê Suhêr El-Hamid beşê yekê yê komxebatê yê bi sernavê "Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û cihê wê di qanûnên navneteweyî û herêmî de" bi rê ve dibin.

Komxebat didome…

)dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A_rNZ7HTL9k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>