Balafirên Rûsyayê gelek deverên Sûriyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê gelek deverên li beyara Hema, Hums, Reqa û Dêrazorê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê gelek deverên Sûriyê bombebaran kirin
19 sibat, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê êriş birin ser beyara Sûriyê. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku nêzî 30 balafirên şer ên Rûsyayê, zêdetirî 100 êriş birin ser gelek deverên li beyarên Hema, Hums, Reqa û Dêrazorê.

Duh 6 balafirên şer ên Rûsyayê bêtirî 40 êrişên hewayî li dijî deverên ku çeteyên DAIŞ lê dimînin ên li beyara Dêrazor û sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê pêk anîn.

Her wiha êrişên çeteyên DAIŞ'ê li beyara Sûriyê berdewam in û di encama êrişan de hêzên hikumeta Şamê gelek windahiyan didin.

(dx)