DYA’yê Aimee Cutrona wek nûnera taybet a demkî ya Sûriyê erkdar kir

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Aimee Cutrona wek nûnera taybet a demkî ya kar û barên Sûriyê erkdar kir.

DYA’yê Aimee Cutrona wek nûnera taybet a demkî ya Sûriyê erkdar kir
19 sibat, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê duh bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Aimee Cutrona sala 2019`an gerînendeya Nivîsgeha Kar û Barên Rojhilatê Deryayê Spî û cîgira serokê şandeya ji bo Behreynê bû.

Wezaretê diyar kir ku Aimee Cutrona sala 1999`an li paytexta Etiyopyayê dest bi erka xwe kiribû û ji wê demê ve wek berpirseke siyasî li balyozxaneyên DYA’yê yên li Salvador, Qeter û Misirê kar kir.

Her wiha Aimee Cutrona di gelek xebatên xurtkirina dozên jinan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan de jî cih girtiye.

(şx)