PYNK: Fedakariya hêzên me îsrara me ya pêkanîna yekitiyê zêde dike

PYNK: Fedekariyên ku keç û xortên me yên di YPG, YPJ û QSD'ê de li hemberî teror û dagirkeriyê dane, israr û girêdana ma ya pêkanîna yekitiya kurdî zêde dike.

PYNK: Fedakariya hêzên me îsrara me ya pêkanîna yekitiyê zêde dike
19 sibat, 2021   06:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PYNK’ê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka tevgera şoreşgerî li tevahî Sûriyê ve di Adara 2011’an de û piştre destpêka şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, em Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê me her tim hewl da mala kurdî ava bikin û xîtaba siyasî ya di navbera partiyên tevgera Kurd li Sûriyê de bikin yek da ku ji astengî û xeteryên ku hebûna me wek gel li ser xaka xwe ya dîrokî dike hedef, bibe bersiv.

Em derbasî sala 11’emîn a destpêkirina vê şoreşê dibin. Keç û xortên me yên di hêzên me yên leşkerî de ji YPJ, YPG û QSD’ê ji fedekariyên mezin dane û li hember teror û dagirkeriyê sekinîne, ev dihêle ku em zêdetir bi yekitiya refa Kurdî ve girêdayî bin, da ku li hember vê merheleya çarenûsî ku em tê de dijîn, bisekinin û destkeftiyên siyasî û destûrî ji gelê Kurd û tevahî gelê Sûriyê re bi dest bixin.

Însiyatîfa ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê ji bo yekitiya xîtaba siyasî di navbera me û ENKS’ê de ku bi piştgiriya DYA’yê û dostên dîtir de dest pê kiriye, pêngaveke nû ya ber bi duristbûnê ve bû, da ku çewtiyên berê bên derbaskirin û ber bi pêşerojeke xurt ve biçin û pêşeroja gelê me yê li Rojava misoger bikin. Lê tevî astengî, cudabûna nêrînan û tezên di navbera me û ENKS’ê de di hin mijaran de, lê me karî gelek astengî derbas bikirana û me gelek alîkarî û hêsanbûn ji bo berjewendiya giştî pêşkêş kirin. Em bang li rayedarên ENKS’ê jî dikin ku hin hêsanbûnan pêşkêş bikin, da ku ev însiyatîfa ku şêniyên me bi kêfxweşî û hêviyeke mezin li bendê ne, bi ser keve.

Em PYNK’ê piştrast dikin ku însiyatîfa yekitiya Kurd û xîtaba siyasî bi ser keve, ji ber bi serkeftina yekitiya Kurd  xêr û berê ji gelê me û Sûriyê bi giştî re heye."

(fr)

ANHA