Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd El-Mişel re xwestin

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed El-Mişel re xwestin.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd El-Mişel re xwestin
17 sibat, 2021   12:12
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Mişel di sala 2015`an de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye û di 13`ê Sibatê de, di encama qezayekê de li bajarê Qamişlo şehîd bû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Mihemed li taxa Erbewiyê ya bajarê Qamişlo ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat vedan.

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û şêniyên bajarê Qamişlo serdana konê sersaxiyê kirin.

/kr/uploads/files/2021/02/17/121615_qam-kone-sersaxiye-sehid-mihmed-misel-17-2-2021-4.webp

Di bin kon de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Umer axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku hemû gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya keç û xortên ku sînga xwe kirin mertal ji bo parastina rûmeta gelan, dijîn.

/kr/uploads/files/2021/02/17/121410_qam-kone-sersaxiye-sehid-mihmed-misel-17-2-2021-5.webp

Piştre Endama Meclisa Gel a bajarê Qamişlo Şemsîxan Gulo jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî yên di çeperên şer de xwest, her wiha soza şopandina rêya pekrewanên azadiyê da.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xPQopIgSVFw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>