Dayikên gerîla berxwedana Garê pîroz kir

Dayikên gerîla serkeftina şervanên HPG`ê li Garê li dijî dewleta Tirk a dagirker pîroz kir û diyar kir ku topbaran berdewamiya Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Dayikên gerîla berxwedana Garê pîroz kir
17 sibat, 2021   11:34
QAMIŞLO

Bi dehan dayikên gerîla, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li çerxerêya Şehîdan a bajêr kom bû û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla û serketina li Garê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Şehîdan Xalda Hacî ve hate xwendin. Di daxuyanaiyê de serketina berxwedana Garê li dijî dewleta Tirk a faşîst hate pîrozkirin.

/kr/uploads/files/2021/02/17/113552_2021-02-17-drk-daxuaniya-dayken-hpg-38339073-.webp

Dewleta Tirk a dagirker di 10`ê Sibatê de êrişî Garê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de topbarana li ser herêma Garê hate şermezrkirin û hate gotin topbarana dewleta Tirk berdewamiya Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda ku li dijî wî pêk tê.

Di daxuyaniyê hate gotin malbatên şehîdan û dayikên gerlîlayên HPG`ê dê asta têkoşîna xwe ji bo rêber Abdullah Ocalan, bilind bikin.

Paşê  Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rebîa Ehmed jî diyar kir ku tevî dewleta Tirk hemû cûreyên çekan li dijî HPG`ê li herêma Garê bikar anî lê ew li hember berxwedana wan bi bin ket.

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Garê hatin berzkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AR4PKL6hmrU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>