Kalkan: Li Garê gora faşîzma AKP-MHP`ê hat kolandin

Dûran Kalkan da zanîn ku plan û gefên dewleta Tirk yên li ser rêveberiya Başûr Kurdistanê bi saya berxwedana Garê hat têkbirin û diyar kir gora faşîzma AKP-MHP`ê li Garê hat kolandin.

Kalkan: Li Garê gora faşîzma AKP-MHP`ê hat kolandin
17 sibat, 2021   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haber de gefa dewleta Tirk a li ser rêveberiya Başûr nirxand.  Dûran Kalkan diyar kir ku li Garê derkete holê ku gefên dewleta Tirk çiqas pûç in.

Mijara sereke ku Dûran Kalkan li ser sekinî û bi berfirehî nirxand tevgera dewleta Tirk a li Garê bû.

Dûran Kalkan destpêkê li ser navê komîteya rêveber a PKK’ê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê, Fermandariyên Qad û Eyaleta Garê, Fermandarî û Hêza şer a YJA-Starê ya li Garê, di şexsê van hemûyan de jî şervan û fermandarên HPG/YJA Starê silav kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar ku rewşa li Garê ne tesadufî bû û got: “Herkes ji xwe pirs dike û dibêje; li Garê çi bû? Dixwaze fêm bike. Tê xuyakirin ku wê gelekî were nirxandin jî. Di encamê de pêşketinên ku herikandina dîrokê biguherîne wê derkevin holê.

‘LI GARÊ ŞERÊ LEŞKERÎ YÊ HERÎ DIJWAR Ê DÎROKÎ QEWIMÎ’

Dûran Kalkan da zanîn ku li Garê, şerê leşkerî yê herî dijwar ê dîrokî qewimî û encamp li holê ye û wiha domand: “Piştî 4 rojan, di saetên derdora 3-4’an ê 14’ê Sibatê de, beyî ku li pişt xwe binêrin neçar man ji qadê birevin. Artêşa Tirk, faşîzma AKP/MHP’ê di êrişa mijara gotinê de, bi têkçûneke mezin re rû bi rû ma, têkçû. Yanî pençê qertal nebû lingê mirîşkê jî.

‘ARMANCA ÊRIŞA GARÊ BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê BÛ’

Têkildarî armanca êrişa li Garê jî Dûran Kalkan got; “Armanca êrişa li Garê ew bû ku biryargeha navendî ya HPG’ê bê bandor bikin. Dibêjin; operasyona Garê ji bo rizgarkirina êsîran e, vê yekê derdixin pêş. Ev hewldana guhertine rojevê ye. Jixwe di encamê de jî derket holê ku çi li êsîran dikin. Yanî armanca wan a bingehîn bêbandorkirina sîstema kontrolê ya rêveberiya gerîla bû. Dixwestin careke din gelê Kurd di komploya 15’ê Sibateke nû re derbas bikin, armanc ev bû.

‘CEJNA ERDOGAN JI BO WÎ BÛ ROJA REŞ Û LÊ VEGERIYA’

Dûran Kalkan, bi bîr xist ku Erdogan bi êrişa li ser Garê, dixwest cejnekê pîroz bike, lê bû roja reş û lê zivirî û wiha berdewam kir: “Di encamê de ji bo ku ser vê têkçûna xwe bigirin jî leşkerên dîlgirtî dan pêş. Careke din bi têkçûneke herî mezin ya dîrokî re rû bi rû ma. Tê zanîn; ji êsîrên ku me li Oremarê berdabûn gotin ‘çima hûn nemirine’ û ew xistin girtîgehê. Bombeyên ku bi ser herêmê berdan ne gul bûn. Ji bo qetilkirina wan êsîran bû û qetil jî kirin. HPG ewqas sal li wan nihêrt, xwedî kir, ji bo wan stargeh ava kir û ew bicih kirin. Lê yê ku ew ji wê derê mirî derxistin, artêşa Tirk bi xwe bû.

‘RÊYA SIYASETÊ DI KURDISTANÊ RE DERBAS DIBE’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Doran Kalkan diyar kir ku çi hêza li Kurdistanê bixwaze şer bike û gerîlayên azadiya Kurdistanê paşguh bike ne pêkan e bi ser bikeve û wiha dom kir: “ Her hêza ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê siyasetê bike; neçar e PKK’ê, Tevgera Azadiyê û rêber Apo bigire ber çavan. Ev careke din derket holê. Yên desthilat jî divê vê yekê zanibin û hêzên demokratîk jî. Rêya siyasetê di Kurdistanê re, di çiyayên Kurdistanê re, di şerê gerîla re derbas dibe. Çareserî jî rêber Apo ye.

‘DEM DEMA TÊKÇÛNA ERDOGAN, BAHÇELÎ Û SOYLÛ YE’

Dûran Kalkan, diyar kir ku dora têkçûnê ya Erdogan, Bahçelî û Soylû ye û got;”Tayîp Erdogan, Devlet Bahçeî û Suleyman Soylû berpirsên bingehîn ên êrişa li Garê ne. Berpirsên têkçûnê ew in, neçarin hesab bidin. Ger ew bi ser biketana, wê encamên wê ji xwe re bikirana bingeha siyasetê.

‘GARÊ, GORA FAŞÎZMA AKP/MHP’Ê KOLA’

Dûran Kalkan da zanîn ku Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola û bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li ser rêveberiya Başûr û got;” Gefeke mezin li ser siyaseta Başûr hebû, xistibûn bin îpoteka xwe. Ew êrişên faşîzma AKP/MHP’ê ya li dijî başûr şikestin. Derket holê ku tehdîdên dewleta Tirk çawa têk diçe. Çawa di 2008’an de li Zapê têk çû, di 2021’an de jî li Garê têk çû.”

‘BERXWEDAN BÛ PARASTINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’

Kalkan diyar kir ku wê li Başûrê Kurdistanê cejna serkeftina Garê were pîrozkirin û têkildarî bandora serketina gerîla ya li Garê got: “Derket holê ku gerîla û pêşmerge bibin yek û hêzeke netewî ava bikin, li 4 beşên Kurdistanê tu hêz wê nikaribe xwe li hemberî wê bigire. Hemû gelê me yê li Başûrê Kurdistanê vê yekê dibîne, siyaseta Başûrê Kurdistanê vê yekê dibîne. Wê serketina Garê li Başûrê Kurdistanê weke cejn were pîrozkirin. Me îfade kir, ev serkeftina hemû gelê Kurd e. Ango kî dibe bila bibe, kîjan partî dibe bila bibe, welatparêz be, li hemberî dagirkirina Garê be divê ji vê serkeftinê rûmetê bigire.

Ev berxwedan bû parastina Başûrê Kurdistanê, bû parastina sîstem û statuya başûrê Kurdistanê, bû parastina azadiya Başûrê Kurdistanê. Ev yek careke din bi awayekî zelal derket holê.”

‘DI SERKETINA GARÊ DE KED Û ROLA HERKESÎ HEYE’

Dûran Kalkan, da zanîn ku di serketina Garê de rola her kesî heye û got ku divê herkes coşa vê serkeftinê bijî û wiha got; “Siyaseta Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û parlamentoya wê bixwe jî dikare vê rewşê binirxîne, li vê rastiyê xwedî derkeve. Dikare li ser vê rastiyê siyaseteke nû bide meşandin. Ji bo yekîtiya netewî, ji bo kongreyeke netewî dikare bikeve nava hewldanan. Ango serkeftina Garê serkeftina gelê Kurd e û rê li ber yekîtiya netewî ya gelê Kurd vekiriye. Di vê mijarê de jî ya herî zêde pêşengiyê kiriye jî Başûrê Kurdistanê ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, jî bang li hêzên navnetewî jî kir ku êdî rastiyê bibînin û got ku wê bi parçekeirina Kurdan êdî wê nikaribin encam bigirin.