Êzidî cejna Bêxwîn û girêdana wê ya bi xweza û çandiniyê re pîroz dikin

Êzidî amadekariya pîrozkirina Cejna Xidir Îlyas dikin. Li gorî baweriya Êzidiyan ev cejn girêdayî dema çandinî û destpêka biharê ye û mîrateyek çandî ya  dîrokî ye.

Êzidî cejna Bêxwîn û girêdana wê ya bi xweza û çandiniyê re pîroz dikin
17 sibat, 2021   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Pir cejn û bone bi rêya baweriyan di ola êzidî de pêk tên, şahî û pîrozeyên xwe li dar dixin, da ku pîroziyên wan neyên windakirin. Ji ber di dîrokê de Êzidî di gelek qirkirinê û komjiyan re derbas bûn.

Boneya Xidir Îlyas û Xidir Nebî vedigere 4 hezar sal beriya zayînê ku kurdên êzidî heta roja me ya îro pîroz dikin, merasîm û amadekariyên wan ji bone û şahiyên cudatir in.

Li gorî axaftina êzidiyan an jî li gorî li ser wan tê zanîn, ew zanyar û çîrokên xwe yên olî bi rêya zanista axaftinê belav dikin.

BONEYEK BI GIRÊDANA BI XEBATA ÇANDINIYÊ RE

Ji bo vê boneyê daxmayek taybet û cuda heye, tê de serjêkirina qurban, neçîrkirin û rêwîtî qedexe û heram e. Ew jî girêdayî xebata çandinî û baweriyên wê ye. Li gorî ola êzidî, bi hatina Xidir Îlyas re mewsima reşandina tovan bi dawî dibe û dest bi mewsima zêdekirinê di xwezayê de dibe. Gotinek êzidiyan bi zimanî kurdî yên navdar heye, ew jî Xidirîlyas sal xelas e û wateya wê jî cejna Xidir Îlyas bi mewsima reşandina tovan re bi dawî dibe.

Ev bone di rojên pêncşem û înê yên destpêka Sibatê li gorî rêznameya rojhilat li dar dikeve. Anku pêşşema yekê piştî 14’ê Sibatê li gorî rêznameya mîladî (destpêka biharê û destpêka çandiniyê) ku êzidiyên li Şengal û herêmên dîtir li gorî wê tev digerin. Lê êzidiyên li herêma Efrînê di 1’ê Sibatê de li gorî rêznameya rojhilatî pê pîroz dikin.

Rojî di rojên duşem, sêşem û çarşemê de pêk tê, dibe ku rojî di her rojekê de ji wan rojan be yan jî di sê rojan li pey hev de be ku tê de jî xwarin û vexwarin heta roja sêyemîn tune ye. Kesê rojî girtiye nanekî taybet ku şûr e dixwe(ev rojî ji her kesê navî wî yan Xidir an jî Îlyas re ye yan jî ji her kesê sê rojan rojiyê digire re ye).

Ji baweriyên  vê cejnê re, amadekirina Qelandek e, ew jî di roja sêşemê de pêk tê. Di wê de 7 cureyên ji tovên mewsima borî amade dikin û bi navê Berî Cot e. Ew tov jî genim, ceh, nîsk, nok, garis û berberoj in piçek xwê jî lê tê zêdekirin.

Di şeva cejnê de jin cilên xemilandî ji zarokên xwe re amade dikin û tovan diqelînin û piştre bi rêya destarê kevirî yê destan dihêrin. Dûvre wan hêrandinê dixin feraqekê û li cihekî bilind û odeyekî hêdî heta sibeha roja pênşemê datînin.

DI BÊXWÎN DE XWÎN TUNE YE

Di rojên pênşem û înê de Bêxwîn tê amadekirin, ew jî ji dimsê şêrîn, av, ardê Qelandek ku berê hatiye çêkirin pêk tê. Bêxwîn bi zimanê erebî tê wateya bêyî xwînê û ew jî bi şeweyê gokên gilover bi mezinahiya lepekê tê çêkirin û li ser cîran û xizman tê belavkirin. Her wiha malbat hin Bêxwînê li nava zeviyan belav dikin, ji ber bi texmîna wan ew yek dibe sedema xêr û bêrê li nava çandiniyên wan.

Êzidî di van dur rojan de xwarina ku amade dikin li cîranên xwe belav dikin heta li cîranên ji olên dîtir jî belav dikin. Ji ber li gorî ola êzidî, gotineke olî heye û dibêje; xêrên xwe li mirovan belav bike û nepirse ji kîjan ol an jî baweriyê ye.

Êzidî li ser xwe xwarina goştê lawiran di Xidir Îlyas û Xidir Nebî de heram dikin, ji ber ev dem dema zêdekirina lawiran e.

Bi boneya vê rojê gotinek di nava êzidiyan de heye;

Xidir îlyas û Xidir Nebî kesê ne li mala xwe be behrewî tê de nebe

FIRÎŞTE DADIKEVE ERDÊ

Li gorî mîtolojiya ola êzidî, Xidir Îlyas firîşteyê li kelha Mardînê ya Bakurê Kurdistanê di her salê de mîna mirov ji bo piştevaniya çandiniyê, dadikeve erdê û Xidir ne kesayetekî diyar e, lê mîna xwedawendeke pîroz e û perestgehên wê li tevahî cihên êzidî lê hene, belav bûne, jê jî perestgeha Laliş a pîroz û di roja cejnê de serdana wê tê kirin.

Serokê Beşa Ola Êzidî ya Fakulteya Zanistên Olî ya Zanîngeha Rojava Nesîm Şemo wiha got: "Di rojên cejna Xidir Îlyas de, rojên ku ax şov e. Beriya cejnê jî 3 roj rojî hene û di nav de jî gelek pîrozî hene. Jê roja duşemê ya Xidir Îlyas e, roja sêşemê ya Xidir Nebî ye û roja çarşemê jî ya mirad û hêviyan e."

Şahiya bi vê cejnê tenê merasîmên civakî û gelêrî ne û tu merasîmên olî yên taybet di perestgeha Laliş a pîroz de çênabin.

Kesayeta Xidir Îlyas asîmanî, efsanewî ya pîroz e û di berê de bi xwedayê çandinî û baranê dihat nasîn. Tê dîtin ku ji kesayeta Xidir Îlyas û dema daketina wî de, têkiliyek xurt bi çandinê û şînbûnê heye. Ji ber bi hatina wê, mewsima çandiniya tovan bi dawî dibe û rojî ji bo bereketê û zêdebûna berhema çandiniyê tê girtin.

(fr)

ANHA