Li Kobanê û Eyn Îsa 15`ê Sibatê hate şermezarkirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û navçeya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, meşek lidar xist.

15 sibat, 2021   13:22
KOBANÊ – EYN ÎSA

Bi hezeran şênî tev li meşa kantona Kobanê û navçeya Eyn Îsayê bûn.

EYN ÎSA

Meş ji çerxerêya Displîna Leşkerî ya Eyn îsayê dest pê kir û ber bi çerxerêya şaredariyê ve çû.

Meş li çerxerêya şaredariyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Cîgirê Hevserokatiya Kantona Girê Spî Sebrî Nebo diyar kir ku dewletên desthilatdar di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de hemû gelên bindest kir hedef.

Sebrî Nibo diyar kir ku dewletên komploger bi komploya xwe xwestin fikrên rêber Abdullah Ocalan di nava dîwarên zindanê de bigrin ji ber ji belavbûna wê li welatên wan, ditirsin.

Her wiha bi navê Kongreya Star Maya El-Elî anî ziman ku dewletên desthilatdar komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî ji ber banga mafên gelên bindest kir.

Sebrî Nibo û Maya El-Elî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan di Îmraliyê de, bidawî bû.

KOBANÊ

Li Kobanê jî meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ku di 13`ê Sibatê dest pê kiribû gihaşt bajarê Kobanê.

Bi hezeran şênî li deriyê veguhestinê yê rojhilat ê bajarê Kobanê kom bûn û meşa ciwanan pêşwazî kir. Piştî ku meşa ciwanan gihîşt bajar, berê xwe dane Qada Jina Azad.

Meş li qada Jina Azad veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Hisên El-Şêx wiha axivî: "Projeya netewa demokratîk ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, projeyeke rizgariya kesayeta Rojhilata Navîn e. Em tekez dikin ku em ê şopdarên rêya ku ji aliyê rêbertî ve ji bo gelan ve hatiye dayîn û em ê li ser rêya şehîdên xwe bin."

Paşê bi navê Tevgera Jina Azad Ayşe Efendî wiha axivî: "Em berxwedana rêbertî silav dikin. Em dibêjin ku fikr û îradeya wî li tevahî Rojhilata Naîn bi hemû zimanan belav bûye."

Her wiha Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê Hemûdî Kobanê salvegera 22`emîn a komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû ciwanan kir ku li hember komployên li dijî doza kurdî û şoreşên Kurdan serî hildin.

(bx)

ANHA