`Eşqa rêbertî ji gel û welatê xwe re komplo têk bir`

Şêniyên ku beşdarî rêzecivînên îro li Qamoşliyê hatine lidarxistin bûne, tekez kirin ku eşqa rêber Abdullah Ocalan ji gel û welatê xwe re û berxwedana gelê çar parçeyên Kurdistanê li hemberî dijminan îsbat dike ku komplo têk çûye.

`Eşqa rêbertî ji gel û welatê xwe re komplo têk bir`
`Eşqa rêbertî ji gel û welatê xwe re komplo têk bir`
`Eşqa rêbertî ji gel û welatê xwe re komplo têk bir`
`Eşqa rêbertî ji gel û welatê xwe re komplo têk bir`
`Eşqa rêbertî ji gel û welatê xwe re komplo têk bir`
`Eşqa rêbertî ji gel û welatê xwe re komplo têk bir`
10 sibat, 2021   18:35
QAMIŞLO

Bertekên li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan zêde dibin. Bi nêzîkbûna salvegera komployê re, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star a Qamişloyê îro bi dirşûma “Azadî û edalet ji bo rêber Ocalan, Dem dema azadiya Rêber Apo ye” rêzecivîn li dar xistinû tê de Komploya Navneteweyî, armanc û encamên wê şîrove kirin.

Bi dehan şêniyên taxa Hilêliyê ya Qamişlo beşdarî civîna ku li Hola Rewabî hatiye lidarxistin, bûn.

Di civînê de, senevîzyonek li ser dîroka komployê û bertekên gelan ên li dijî komployê, hate pêşandan.

Piştre endama rêveber a Kongreya Star Adar Elî wiha aixivî: “Eşqa rêber Abdullah Ocalan ji gel û welatê xwe re, berxwedana wî ya di girtîgeha Îmraliyê de û fikirê wî ku li seranserê cîhanê belav bûye, nîşan didin ku komploya 15`ê Sibatê têk çûye.”

Di heman çarçoveyê de, civînek li qada Dibistana El-Wefaa ya li taxa Bişêriyê ya Qamişlo hate lidarxistin. Şêniyên taxên Bişêriyê, Aşûriyê, Erbawiyê û taxa Suryan tev li civînê bûn. Di civînê de senevîzyonek girêdayî Komploya Navneteweyî û encamên wê hate pêşendan.

(şx)

ANHA