Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

Bi rasthatina salvegera 22`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, îro li bajar û navçeyên kantona Qamişlo û Reqayê rêzecivîn ji bo şermezarkirinê hatin lidar xistin.

Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
Li kantona Qamişlo û Reqayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
10 sibat, 2021   18:30
QAMIŞLO

Li Qamişloyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li gundê Til Zîwan ê kantona Qamişloyê bi dirûşma “Azadiya rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye” civînek li dar xist.

Şêniyên gundên Til Zîwan û Tenûriye yên Qamişloyê tev li civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hiso destnîşan kir ku armanca dewletên komploger ji komployê alîkarîdayîna dewleta Tirk e da ku hegemoya xwe li herêmê pêk bîne û projeyên xwe yên dagirkirinê li Rojhilata Navîn fireh bike.

Hiso bi bîr xist ku tevahiya dewletên cîhanê girîngiya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest fêm kirin û got mînaka wê jî hemleyên komkirina îmzeyan ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan ku li dewletên Afrîkayê û gelek dewletên din hatine orgenîzekirin e.

Di dawiya civînê de sinevizyonek girêdayî dîroka komployê û armancên wê hate pêşendan.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi heman mebestê civînek li Sendîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê bi tevlibûna bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Kongreya Star Delal Mihemed axivî û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Delal diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên blindest û ji bo pêkanîna demokratiyê û azadiyê ji tevahiya gelan re têdikoşe.

BAJAROKÊ MISTEFAWIYÊ

Li bajarokê Mistefawiyê yê navçeya Girkê Legê di heman çarçoveyê de di bin konê bajarok de, civînek bi tevlêbûna bi sedan şêniyên gundên Aliya li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Gel a bajarokê, Çîçek Ehmed axivî û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Çîçek wiha domand: “Dijminên gelê Kurd ji bo têkbirina doza Kurd û şoreşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê hevkar bûn. lê bi saya têkoşîna gel û xwedîderketina li fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, planên wan bi bin ketin.”

TIRBESPIYÊ

Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Tirbespiyê 3 civîn li dar xistin. Di civînên ku ji tevahiya pêkhateyên navçeyê tev lê bûne de, komploya navneteweyî hate şermezakririn.

Civîn li dibistanên Xewle, şehîd Warşîn, Feysel li dar ketin. Di wan civînan de hevseroka PYD`ê ya navçeya Tirbespiyê Hediye Şemo, endamê rêveber ê PYD`ê Hisên Xalid, serokê meclisa herêma Qamişlo Selman Şêxî, seroka Nivîsgeha Jinan a Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo Sûlafa Tahir û endama rêveber a Kongreya Star Bûşra Mehmûd axivîn.

Di civînan de hate piştrastkirin ku komplogeran bi rêya komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, gelên herêmê kirin hedef, da ku fikrê demokratîk û azad li herêmê belav nebe. Lê bi belavbûna fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, komplo bi bin xist.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta tirk ji sedan salan ve, hewl dide vîna gelan bişkîne. Her wiha dewleta Tirk dît ku fikrê rêbertî li ser pir xeter e, Ji ber  wê yekê bi tevahiya rê û rêbazan şerê wî fikirî dike.

Di civînan de sinevizyonên girêdayî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşendan.

REQA

Di heman çarçoveyê de Meclisa Gel a Reqayê civînek ji şêniyên bajêr re li dar xist. Di civînê de behsa detayên komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û armancên dewleta Tirk ji vê komployê, hate kirin.

Civîn li hola Tac li dar ket. Şêniyên bajêr bi girseyî tevlî bûn. Di civînê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Solîn Mihemed behsa komployê, armanc û rêbaza wê ya ku pêk hatiye kir.

Solîn bi bîr xist ku destê gelek dewletan di komployê de hene mîna Îsraîl, Amerîka, Brîtanya, Kenya, Yewnanistan û dewleta Tirk.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek têkildarî têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û komploya li dijî wî hate pêşendan.

(şx)

ANHA