Hevserokê Meclisa Idlibê ya El-Xedraa: Rewşa li kampên Idlibê kambax e

Hevserokê Meclisa Idlibê ya El-Xedraa ya Reqayê piştrast kir ku dewleta Tirk û opozîsyona Sûriyê alîkariyên navneteweyî yên ji bo gelê Sûriyê didizin, her wiha destnîşan kir ku ji ber jiyana azad a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberên Sûriyê berê xwe didin vê herêmê.

Hevserokê Meclisa Idlibê ya El-Xedraa: Rewşa li kampên Idlibê kambax e
5 sibat, 2021   01:39
REQA-EHMED EL-ELÎ

Ji beriya salekê ve şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û hevalbendên wê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, gur bû. Ji lew re piştî ku Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ye koçberên ji ber şerê li Idlibê revîne, pêşwazî bike, şêniyên Idlibê berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Meclisa Idlibê ya El-Xedraa ya Reqayê Heysem Hac Abdullah diyar kir ku li herêmê ewlehî û jiyana birûmet heye, ji ber wê yekê şêniyên Idlibê berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Heke em bala xwe bidin herêmên din ên Sûriyê, em ê bibînin ku li herêmên Rêveberiya Xweser jiyaneke azad û birûmet heye. Piştî ku em hatin me ev yek dît û hîs kir.”  

Hac Abdullah wiha domand: “Bi însiyatîfeke mirovî ya ne ji rêzê, em hatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gorî wê destûr hate dayîn ku koçberên Idlibê derbasî herêmê bibin.”

SÛCÊN DEWLETA TIRK LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Hac Abdullah behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker û rewşa ewlehiyê ya Idlibê kir û got: “Li dijî şêniyên Idlibê gelek bûyerên revandin û şantajê tên kirin. Ji ber tunebûna ewlehiyê li wir, komên çete wan sûcan dikin. Sedema wê yekê ew e ku yên wê herêmê bi rê ve dibin, nikarin ewlehiya li herêmê kontrol bikin.”

Hac Abdullah daxuyand ku ew bi xizmên xwe yên li kampên li Idlibê re di peywendiyê de ne û bang li wan dikin ku werin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: “Lê ew ji ber metirsiyên derbasbûnê û şantajên ji aliyê çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ve nikarin bên.”

Hac Abdullah da zanîn ku ji ber sûcên çeteyan rewşa kampên li Idlibê trajedîk e û wiha lê zêde kir: “Çeteyên îtîlafa Sûriyê tevî dewleta Tirk alîkariyên navneteweyî yên ji bo gelên Sûriyê tên şandin, didizin.”

`ÎTÎLAF ALÎKARIYÊN ŞÊNIYÊN SÛRIYÊ DIDIZE`

Hevserokê Meclisa Idlibê ya El-Xedraa got ku dizîna alîkariyên mirovî ji aliyê endamên “îtîlafê” û dewleta Tirk ve, di hin hesabên bankan ên veşartî de ku hin dezgehên çapemeniyê eşkere kirine, piştrast dibe ku di hesabên hin endamên “îtîlafê” de pereyên pir zêde hene.

Hac Abdullah wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rewşa kampên li Idlibê û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev pir cuda ye, bi taybetî di aliyê ewlehiyê de. Rewşa li kampên Idlibê ji ber şantaja li hemberî bidestxistina alîkariyan, gelekî xirab e.”

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Idlibê gelek kamp hene û koçberên tê de ji ber karesatên xwezayî, kêmbûna alîkariyan û derfetên kar ên ji ber dorpêç û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyan, bi rewşeke kambax re rû bi rû mane.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WhYpQu2L8vM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>