Yekitiya Parêzeran a Cizîrê jî tev li kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî’ bû

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Idrîs Îso diyar kir ku ew tev li kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ bûne û got "Da ku em bibin beşeke vê hewldanê, çi kar ji me bê xwestin ji bo pêkanîna daxwazên komîteyê, em ê bikin.”

Yekitiya Parêzeran a Cizîrê jî tev li kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî’ bû
5 sibat, 2021   03:48
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Di 26`ê Çileyê de Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê ku 350 parêzer cihê xwe tê de digirin, bi nêzikbûna salvegera 22`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, bi daxuyaniyekê xwe wek parêzerên rêber Abdullah Ocalan ragihandin.

Di daxuyaniyê de bang li NY, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin ku êdî bê deng nebin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Idrîs Îso têkildarî biryara yekitiyê ji ajansa me re axivî.

Idrîs Îso diyar kir ku dewleta Tirk doza gelan bi rêya kiryarên dermirovî wekî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan hedef digire û wiha domand: "Em dixwazin ji bo parastina rêber Ocalan rolekê bilîzin. Lê mixabin rêyên qanûnî li pêşiya me girtî ne, ne tenê em nikarin derbasî xaka Tirkiyê bibin, heke em derbas bibin jî dê deriyê dadgehan ji me re girtî bin.”

Îso da zanîn ku dadgehên navneteweyî jî hene ku ji bo parastina mafên microvan kar dikin, lê ew dadgeh bi erkê xwe ranabin ji ber ku li gorî berjewendiyên dewletên ku ew ava kirine, dimeşin.

Îso destnîşan kir ku di kîjan demê de rê ji wan re bê vekirin ew hazir in û wiha dewam kir: "Em xwe wek parêzerên rêber Ocalan dibînin, heke em nikaribin li pêşiya dadgehan hazir bin, nayê wateya ku em bê deng in, dewleta Tirk mafê mirovan binpê kiriye, tevî ku qanûna dewleta Tirk dibêje çi qanûnên navdewletî û yên parastina mafê mirovan , em tev lê dibin û em neçar in ku pêk bînin.”

‘BANGEWAZIYÊN ME YÊN JI BO DOZA RÊBER OCALAN DÊ BIDOMIN’

Îso wiha dewam kir: "Têkiliyên me hene, em têkiliyên xwe bi dadgehan re çêdikin, bi taybet Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, lê heta niha tiştek li ser rûyê erdê nehatiye kirin, ji bo daxwazên me. Wê bangên me ji bo doza rêber Ocalan ranewestin.”

Îso diyar kir ku bi vê biryara xwe tev li kampanya "Ji Ocalan re Azadî" dibin û got: "Em ê dan û standinê bi Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan re bikin da ku em bibin beşek ji vê komîteyê, çi kar ji me bê xwestin ji bo pêkanîna daxwazên komîteyê, em ê bikin.”

Kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ di sala 2020`an de ji aliyê KCK`ê ve dest pê kir û her ku diçe berberfireh dibe û gelek kesayetên misirî û Ereb jî tev lê bûne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T--p3bD29rM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>