ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2021`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2021`AN
4 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîme bîranîna şehîdên meha Sibatê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe saet 13:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Samih Iwênat şervanê Hêzên Lîwa El-Şemal a Demokratîk oxir dikin saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Ronahî TV Zîwer Şêxo piştrast kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê sedemên ku ji ber wê ruxset nedaye Ronahî TV ku li Başûrê Kurdistanê bixebite, eşkere bike. Her wiha bang li rojnamevanan kir ku piştgiriya kanalê bikin da ku zextê li hikumeta Başûrê Kurdistanê bikin da ku daxwazên wan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Kobanê îşaret bi berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got ev berxwedan li ser sîstemên faşîst xetere ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Şêniyan piştrast kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûye sembol û got: "Em gelê ku li ser metoda berxwedan û fikira rêber Abdullah Ocalan mezin bûne û li hember tu hêzên dagirker radest nabin. Ji ber fikirê rêbertî rizgariya tevahî gelan e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya hemleya Na ji dagirkeriyê re û na ji tundiya li dijî jinan re de komxebatek li hola Ronî ya li bajarê Kobanê li dar dixe saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star a Hesekê bi boneya Roja Reş 15`ê Sibatê semînerekê li bajarokê Til Tawîl li dar dixe saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Di serdema me de, çapemenî bûye desthilata yekem û xwediya rola sereke di eşkerekirina rastiyan de. Lê belê hikumetên desthilatdar wê ji armanca wê ya sereke dûr dixin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ev rola neyinî ya desthilatê bandor li çapemeniya kurdî jî kiriye, mînaka herî berbiçav a vê yekê jî desthilata Başûrê Kurdistanê ye.(BI WÊNE)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrikê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin saet 13:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li ber navenda xwe ya li bajarê Kobanê daxuyaniyek dide saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Civak û jiyan

-Hevseroka Desteya Rêveberiya Herîmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Mîdya Bozan destnîşan kir ku dê di 2021’an de li ser gelek projeyên stratejîk bixebitin û projeyên xizmetguzariyê yên ku li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûne, temam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dêrazorê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de zehmetiya debarê dikişînin û hin kesên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, diyar kir ku alozî pir in û bi dawî nabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dermanên ku Komîteya Tenduristiyê ya rojhilatê Dêrazorê li ser şêniyên ku bi laşmanya ketine, ji sedî 77 nexweşî kêm kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêx û rûspiyên navçeya Hol diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi gefxwarinên xwe li dijî herêmê armanc dike, vîna gelên herêmê û Rêveberiya Xweser tune bike. Rûspiyan banga piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA