Berxwedana girtiyên siyasî di roja 62`an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji 27`ê Mijdarê ve destpê kirine,  ket roja 62`an.

Berxwedana girtiyên siyasî di roja 62`an de ye
27 ÇILE, 2021   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin, koma 13’emîn dewr girt.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya ku koma 13’emîn dewr girt, di roja 62’an de dewam dike.