Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan komkujiya li Til Rifet şermezar kir

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan komkujiya li Til Rifetê şermezar kir û bang li NY`yê kir ku dest bi lêpirsînê der barê sûcên qedexekirî bike.

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan komkujiya li Til Rifet şermezar kir
26 ÇILE, 2021   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan li Qahîrayê têkildarî komkujiya li Til Rifetê daxuyaniyek parve kir. Rêxistinê di daxuyaniyê de komkujiya dawîn ku dewleta Tirk a dagirker di 23`ê Çileyê de li Til Rifetê pêk anî û di encama wêde 4 sivîl di nav de zarok û jin şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn, şermezar kir.

Rêxistinê di daxuyaniyê de diyar kir ku topbarana li ser sivîlan hemwextî derbasbûna 3 salan di ser destpêkirina êrişên Tirkiyê yên 20'            yê Çilayê yên li ser herêmên Efrîna Sûriyê re pêk hat û got: "Rêxistinê ji ber dûbarebûna sûcên şer ên Tirkiyê yên ku li Efrînê û li dijî niştecihên herêmên rojhilatê Firatê pêk anîbû, fikarên xwe yên kûr anîbû ziman. Nemaze ku ev kiryarê di çarçoveya operasyonên dijminane û yên plankirî yên Tirkiyê de pêk tê, ku ne tenê li dijî kurdên li Sûriyê ye."

Her wiha hate gotin "Hikumeta Tirk waliyên tirk ji bo rêvebirina herêmên bakurê Sûriyê erkedar kirin, niştecihên Sûriyê bi Kurd û erebên xwe ji Efrînê qewitandin û milîsên xwe yên çekdar û rêxistinên terorîst ên ku ji herêmên din ên Sûriyê reviyan lê bi cih kirine da ku demogragya herêmê biguherin."

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan a Sûriyê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê bal kişand ser van xisûsan: "Di nava 3 salên derbasbûyî de, kiryar û sûcên kuştina bi zanebûn a sivîlan, revandin, îşkencekirin, şantajkirin, koçberkirina bi darê zorê, desteserkirina mal û milkan, dizî, serdegirtina çekdarî, ferzkirina baçeyan, talankirina cihên dîrokê û mezargehên olî, êrişên li dijî berhemên xwezayî ji daristanan, birîn, şewitandin û telafikirina darên berhemdar, bi taybet darên zeytûnan ku jêdera serke ya quta şêniyên herêmê ye, hatin pêkanîn."

Rêxistinê îşaret bi yekitiya xaka Sûriyê kir û hêvî kir ku hêzên Tirkiyê ji tevahî xaka Sûriyê derkevin û destekdayîna ji çete û milîsên çekdar rawestîne.

Rêxistinê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku derbarê van sûcên qedexekirî de lêpirsînekê veke û berpiryarên van sûcan li gorî peymanên navneteweyî ceza bike.

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan  ku rêxistinek ne hikûmî û ne navneteweyî ye, di sala 1983'yan de hate damezrandin. Rêxistina navborî li ser asta welatên eraban kar dike, armanca wê parastina mafên mirovan, belavkirina çanda wan li gorî pîvanên navneteweyî yên ku bi lihevkirina Neteweyên Yekbûyî û rêzikname û peymanên navneteweyî yên ji hêla welatên Erebî ve hatine erêkirin, hatine sazkirin.

(dx/bx)