Kongreya Star a Girkê Legê: Qetilkirina Seida û Hind sûcek li dijî mirovahiyê ye

Kongreya Star a navçeya Girkê Legê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El- Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve şermezar kir û bi sûca li dijî mirovahiyê ku di radeya yekemîn de jinan dike hedef, wesifand.

Kongreya Star a Girkê Legê: Qetilkirina Seida û Hind sûcek li dijî mirovahiyê ye
26 ÇILE, 2021   14:52
 QAMIŞLO

Konreya Star a navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê qetilkirina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr şermezar kir.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinan ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a navçeyê Semîra Yûsif ve daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê qetilkirina hevseroka meclisa Til El- Şayir û cîgira wê bi sûca li dijî mirovahiyê ku di radeya yekemîn de jinan dike hedef hate bi navkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku "Sûcdarên vê bûyera hovane, armanc dikin ku projeya Rêveberiya Xweser a serkeftî û ewlehiya herêmê têk bibin. Tirsê di nava şêniyan de belav bikin."

Kongreyê diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li ser herêmên Şehbayê vê yekê û hovîtiyê dagirkeriyê îsbat dike. 

Kongreyê di dawiya daxuyaniya xwe de sûcên hovane yên li dijî sivîlan nemaze yên li dijî jinên têkoşer şermezar kirin û soza şopandina berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina axa dagirkirî da.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ofoz5rkWck4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>