Komxebat duyemîn a têkildarî sûcên dewleta Tirk li Efrînê dê li dar bikeve

Têkildarî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî, 5 rêxistinên hiqûqî di dawiya vê mehê de dê komxebata duyemîn li dar bixin.

Komxebat duyemîn a têkildarî sûcên dewleta Tirk li Efrînê dê li dar bikeve
26 ÇILE, 2021   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN-YARA MIHEMED

Rêxistina Lêkolîn û Mafên Jinan ên Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Mafnas, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a li Cizîrê dê duyemîn forma hiqûqî ya têkildarî rewşa Efrîna dagirkirî organîze bikin.

Komxebata ku tê payîn di dawiya vê mehê de li dar bikeve, dê îşaret bi sûcên binpêkirina qanûnên mafên mirovan ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, were kirin.

Têkildarî mijarê Endama Komîteya Amadekar a Komxebata Hiqûqî Mizgîn Hesen axivî û got ku di komxebatê de dê bi awayekî qanûnî sûcên ku li bajarê Efrînê li dijî gelên wê pêk tên werin nîqaşkirin.

Mizgîn Hesen bêdengiya li hemberî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî bajarê Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku dê ev sûc di komxebatê de werin nîqaşkirin da ku raya giştî ya cîhanê bibîne.

Mizgîn da zanîn ku komxebat dê bi girtina biryarên di derbarê vegera koçberan ji Efrînê re hewledana derxistina dagerkeran ji Efrînê re bi encam bibe.

Tê payîn ku bi rêya bernameya ZOOM`ê gelek kesayetên navneteweyî û kesên ji Sûriyê beşdarî komxebatê bibin.

Komxebata yekemîn a ku tê de behsa rewşa Efrînê ya dagirkirî hate kirin di 16`ê Gulana 2018`an de bi serpereştiya gelek rêxistinên mafên mirovan ên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mafnasên li ser asta cîhanê hate lidarxistin. Vê komxebatê ji civaka navneteweyî re sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li herêmên ku li Sûriyê dagirkirine eşkere kir.

Artêşa Tirk û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an piştî berxwedana 58 rojan, bajarê Efrînê dagir kir. Piştre hêzên dagirker sivîl koçber kirin, demografiya herêmê guharî, mal û milkên sivîlan wêran kirin û li dijî jinan sûc pêk anîn û siyaseta tirkkirinê li herêmê dimeşîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pRrINBB7e_8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>