ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2021
26 ÇILE, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşekê ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Til Rifetê meşekê li dar dixin. Meş ji pêşiya hola civînana a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemîsê li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Dêrik û Şengalê dadikevin qadan, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dadgeha Gel a bajarê Qamişlo, derbarê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyê dide, saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê bi merasîmekê nivîsgeha xwe li Til Hemîsê vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, 5 rêxistinên hiqûqî amadekariyên lidarxistina komxebatekê dikin. Komxebat dê di dawiya vê mehê de pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê bang li ENKS'ê kirin ku ji Îtîlafa Sûriyê vekişe û di diyalogên yekitiya kurdî de helwesteke nerm nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên Dêrikê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Dêrikê şermezar kirin û banga berxwedan û bilindkirina asta têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinan destnîşan kir ku ji qetilkirina Sedaa Feysel El-Hermas ve Hind Letîf El-Xidêr armanca wan avakirina modelaj inan a DAIŞ’ê ye û diyar kir ku serî natewînin  û dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku ji tevahiya jinên cîhanê re dibin model. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Necla Seîd Ismaîl 7 sal di nava sûc û binpêkirinên hovane yên çeteyên DAIŞ`ê de derbas kir. Necla ya ku ji DAIŞ`ê hatiye rizgakirin, azarên ku di dirêjahiya wan salan de kişandiye vegotin. Her wiha hêvî kir ku tevahiya jinên êzidî di nav de xwişka wê rizgar bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mihemed Emîn got: " Ambargoya ku  hikumeta Şamê ferz kiriye û êrişên ku artêşa Tirk a dagirker ên li dijî kantona Şehbayê, sûcên dermirovî ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid got: "Em ji nêzîkatiyên dewleta Tirk matmayî namînin, ji ber ku dijminê herêmê ye û gefên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Her wiha li gorî pîvanên navnetewî ku îmze kir tevnagere ûrêzdariyê nade cînaran." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Komkujiya li dijî malbata El-Xatir a ji Idlibê belgeyeke ku hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan îsbat dike. Her wiha hemû îdiayên Erdogan ên rewakirina dagirkirina Efrînê derewandin. (BI WÊNE).

- Meha borî, li Eyn Îsayê civînek bi beşdariya rayedarên Rûsya, Sûriye û QSD'ê li dar ket. Di wê civînê de, Rûsyayê ji rayedarên QSD’ê xwest ku Eyn Îsayê radestî hikumeta Şamê bikin. Lê belê QSD’ê ev daxwaza Rûsan anku ferzkirina wan, red kir. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şêx û rûspiyên eşîreyên Minbicê gotin ew tevlîheviya ku li Dêrazorê ji kuştina şêx û rûspiyan çêdibe qebûl nakin û gotin ku aliyên derve ji hewldanên derxistina fitneyê di nava civakê de berpirsyar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA