MSD' banga muhasebekirina sûcdarên komkujiyên Til Rifet û Deşîşa li NY'yê kir

MSD`ê sûcên li dijî gelê Sûriyê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve yan jî DAIŞ`ê ve pêk tên, şermezar kirin û banga muhesebekirina sûcdaran kir.

MSD' banga muhasebekirina sûcdarên komkujiyên Til Rifet û Deşîşa li NY'yê kir
25 ÇILE, 2021   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê pêk anîbûn, he wiha qetilkirina her du endamên rêveberiya meclisa bajarokê Til El-Şayir a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di dauxyaniya xwe de MSD`ê got:  "Têkoşîna me ya ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogê, rêbazên siyasî û aştiyane li gorî biryara navneteweyî ya bi hejmar 2254 û daxuyaniya Cinevê ya sala 2012`an berdewam e. Ev yel li gel israra rêjîmê ya di zihniyeta xwe ya faşîst û înkarkirinê de û bêdengiya navneteweyî ya biguman û bêdengiya hêzên garantor ên aloziya Sûriyê di sêrî de Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêk tên, her wiha li gel israra dewleta Tirk a dagirker li ser gefên xwe yên domdar li dijî herêmê ya ku ji bo pêkanîna timayên xwe û herêmên din dagir bike, pêk tên.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa jinan hat naskirin. Jinan ji cîhanê re îsbat kir ku ew dikare bi azadî  û rûmet bijî. Bi rêya destkeftiyên ku bi dest xistin ku li pêşiya timayên Erdogan bûn bendeke asê û DAIŞ`ê tune kir.

Jin bûn armancên dewleta Tirk û ajandeyên wê yên komên radîkal ên tundraw di serî de DAIŞ`ê, ji lew re jina sûrî para herî mezin ji van komkujî û sûcan dît, mînaka wê jî komkujiya Til Rifetê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker di 23`yê vê mehê de pêk hatî û di encamê de wê 4 kes bûn qurbanî. Ji wan jina koçber a ji Efrînê ya bi navê Nazliyê Mistefa. Her wiha zêdetirî 9 kesên din jî birîndar bûn. Têkildarî vê komkujiyê civaka navneteweyî bêdeng e.

Erdogan bavê ruhanî yê DAIŞ`ê ye ne tesedufe, ku di heman rojê de sûcekî pêk bîne û wijdanê mirovahiyê bihejîne û her du jinên bi navên Seida Feysel El-Hermas a Hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayîr a navçeya Deşîşa ya li gundewarê başûrê Hesekê û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr bike armanc. Her du jin hatin revandin û piştre DAIŞ`iyan gule li wan reşand heta ku ew qetil kir. MSD bi baska xwe ya leşkerî QSD`ê û hevalbendên wê Koalîsyona Navneteweyî jêderên terorê zuha kirin, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku ev yek dê bibe dawiya hebûna dewleta Tirk û destwerdana wê ya di aloziya Sûriyê de bi taybet doza penaberan.

Li aliyekî din jî di demekê de ku em sûcên li dijî gelê Sûriyê bi giştî û li dijî jinan bi taybet çi ji aliyê dewleta Tirk a dagirker be yan jî ji aliyê DAIŞ`iyan be şermezar dikin, em wekî MSD`ê banga hesabxwestina van sûcan dikin. Her wiha bang li NY`yê, rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan û hemû gelên têkoşer dikin ku li dijî destwerdanên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û dawî li sûcên li dijî gelê herêmê bînin û radestî dadgehê bikin."

(ef-şx)

ANHA