Jinek din a Êzidî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê diyar kir ku wê jineke Êzidî bi navê Necla Îsmaîl ji Asayîşê Jinê ya herêma Cizîrê wergirt.

Jinek din a Êzidî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû
24 ÇILE, 2021   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Necla Îsmaîl a xwe ji destê çeteyekî DAIŞ'ê xilas kir, beriya du rojan xwe radestî Asayîşa Jinê ya bajarê Hesekê kiribû. Piştî lêpirsînê radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hate kirin da ku wê bighînin malbata wê ya li Şengalê.

Mala Êzidiyan spasiya Asayîşê kir ku derbarê jin û zarokên revandî de dibe alîkar.

Necla Îsmaîl sala 1997'an li gundê Til Qeseb ji dayik bûye.

ANHA