Rojnameyên erebî: Di navbera Şam û Îsraîlê de civîn, Erdogan xwe ji dema Biden re amade dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê civînên di navbera Îsraîl û Şamê de, her wiha tevgera Tirkiyê ya siyasî û rewşa Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Di navbera Şam û Îsraîlê de civîn, Erdogan xwe ji dema Biden re amade dike
18 ÇILE, 2021   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI NAVBERA ŞAM Û ÎSRAÎLÊ DE CIVÎN’

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di hin raporan de, duh hate gotin ku baregeha Himêmîm a Rûsyayê li Laziqiyê, meha derbasbûyî, pêşwaziya civîneke di navbera berpirsyarên Sûriyê û Îsraîlê de kiriye, bi serpereştiya Rûsyayê. Di civînê de pir xal hatine nirxandin, ji wan xalan jî yek ew e ku Îsraîlê xwestiye ku milîsên Tehranê ji Sûriyê derkevin. Ne Şamê ne jî Tel Avîvê ta niha tu agahiyên fermî der barê mijarê de nedane.

Malpera ‘Navenda Cisûs a Lêkolînê’ ya Sûriyê, diyar kir ku ji aliyê Sûriyê rêvebirê buroya ewlehiya nîştimanî Elî Memlûk û şêwirmendê ewlehiyê yê koşka serokatiyê Besam Hesen, ji aliyê Îsraîlê jî fermandarên artêşê Gandy Azankot, her wiha fermandarê hêzên Rûsyayê li Sûriyê Alexander Chaikov, beşdarî civînê bûne.

Navendê her wiha diyar kir ku şandeya Sûriyê xwestiye ku "vegera Sûriyê ya di nava komcivîna erebî hêsan bibe, her wiha alîkariya diravî bidin Sûriyê ku bikare deynên Îranê bide, cezayên derve jî bêne betalkirin da ku Sûriye bikare Îranê derxe". Daxwazên Îsraîlê jî ew bûn ku "Îran û Hizbullah û milîsên Tehrnê bi tevahî ji Sûriyê bêne derxistin, hikumeteke ku opozîsyon jî di nav de bê avakirin, saziyê ewlehiyê û ya leşkerî ji nû ve bê avakirin". Her wiha got: "Di civînê de negihiştin lihevhatinan, lê dê bibe destpêka pêvajoyeke ku Rûsya serpereştiya wê dike, tê payîn ku ev pêvajo di sala 2021`an de berfireh bibe.”

‘ERDOGAN XWE JI PÊVAJOYA BIDEN RE AMADE DIKE’

Der barê liv û tevgera siyasî ya Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Beriya ku serokekî nû bê Koşka Spî, ku tê payîn ji yê berê bêhtir li dijî Enqereyê be, Erdogan hewl dide têkiliyên Enqereyê bi Yekitiya Ewropayê re aram bike, piştî çend salên arîşe û pirsgirêkan.

Ev lihevhatinênk ku her wexta Erdogan tengav dibe, dest pê dike, êdî hatine naskirin. Çavdêr û lêkolînerên rojavayî dibêjin, ew sinyalên aramiyê ku Tirkiyê vê dawiyê dane, tenê demkî ne, girêdayî hatina serokê Amerîkayê yê nû Joe Biden e. Ew hewl dide hinekî bêhna xwe bide ber xwe, bi taybet piştî fişarên giran ên welatên Ewropayê, beriya ku bikeve bin fişarên giran ên Amerîkayê.

Lê tişta balkêş ew e ka Erdogan ta kengî dê bikare vê keysebaziyê bi hevalbendê Ewropî re bike, her cara ku pirsgirêkek derket? Dê çawa karibe dostaniyên nû av bike, bi taybet piştî geşedanên cîhanê yên nû.  Yek ji wan geşedanên girîng ku serokekî ne dostê Tirkiyê dê hebe.

Lê tevî ku rayedarên Tirkiyê daxuyaniyên nerm didin li hember Ewropayê, lê çavdêr dipirsin; gelo Tirkiye dê çi gavên şênber di vê derbarê de biavêje.

‘ALIYÊN LÎBYAYÊ DÊ ÎRO TÊKILDARÎ MEKANÎZMAYA HILBIJARTINAN DENGDANÊ PÊK BÎNIN’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Îro, dê aliyên "Diyaloga Lîbyayê" mekanîzmayên hilbijartina serokatiyên sereke yên deshilata rêveber, têxin dengdanê. Tê payîn di nava 24 saetan de bigihêjin encamê û sêşemê encaman ragihînin.

Li gorî şandeya navdewletî, ev desthilatên nû, dê demkî bin, ta ku meha Kanûnê hilbijartin bêne lidarxisitin. Dê çar erkên sereke yên vê desthilatê hebin, rewş û mecrên pêkanîna hilbijrtinan amade bike, lihevhatina neteweyî dest pê bike, xebatên li dijî gendeliyê bi rê ve bibe û li hemû deverên welêt kar û barê xizmetguzariyê pêk bîne.”