Mîrateyeke malbatî… ji 50 salî ve mêşên bavê xwe xwedî dike

Ji beriya 50 salî ve meşên hinguv li gel Abdullah Hiso hene, ew mêş ji bavê wî de, jê re man û bi navê “mêşên kurdî” bi nav dike. Hiso û hevjîna xwe vê mîrateyê diparêzin û sûdê jê werdigirin.

Mîrateyeke malbatî… ji 50 salî ve mêşên bavê xwe xwedî dike
18 ÇILE, 2021   07:07
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Abdullah Hiso (64) ji beriya 50 salî ve ji bavê xwe fêrî xwedîkirina meşên hinguv bûye û hê jî parastina cureyên mêşên ku bavê wê jê re hiştine, dike. Êdî ev mêş bûne parçeyekî jiyana wî û çavkaniya qûta malbatê.

/ar/uploads/files/2021/01/18/064526_qam-ev-cen-sale-wi-vi-kari-dike-moze-hingiv-28329.webp

Di nava civaka Kurd de, xwedîkirina mêşan ji kevneşopiyên civakî ya kevnar e. Ji ber ku piranî malbat mêşan ji bo sûda hinguv a tenduristî û dermanê, xwedî dikin.

ꞌSİNDOQÊN TEXTÎꞌ

/ar/uploads/files/2021/01/18/064514_qam-ev-cen-sale-wi-vi-kari-dike-moze-hingiv-28229.webp

Abdullah Hiso mêşên xwe di sendoqên textî de li paşê mala xwe ya li gundê Abireyê yê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê xwedî dike.

Hiso got berê mêşên hinguv di qedîlên heriyê de xwedî dikirin, lê piştî pêşketina aboriyê êdî di qendîlên textî de ku bi navê qendîlên çandiniyê tên naskirin xwedî dikin. Bi vî rêbazî veguhastin û vekirina wan hêsan dibe, da ku hinguv ji qendîlê derxin.

ꞌHEVKARÎꞌ

Xwedîkirina mêşên hinguv baldariyeke zêde naxwaze, ji ber ku ew bi xwe xwarin û ava xwe peyda dike, qendîlên xwe paqij dike û kunên li qendîlan sererast dike. Lê tenê, divê xwediyê mêşan dema xwezêdekirina mêşan anku dema mêş oxil dide, bişopîne û bibe cihê ku xwarin û parastina wê guncaw e.

Abdullah û hevjîna xwe mêşan xwedî dikin, bi hev re rewşa qendîlan dişopînin nexasim di mewsima zêdebûna wan a salane de û parastina wan ji şilliyê dikin. Ji lew re, her du di ware xwedîkirina mêşan de pispor in.

Cara yekemîn ku Abdullah Hiso mêş di jiyana xwe de xwedî kir, di 12`e saliya xwe de bû, kêfxweşiya xwe di xwedîkirina mêşan de dît, lê îro bûye beşek ji jiyana wî û di xwedîkirina mêşan de bi hevjîna xwe re dibe alîkar.

ꞌMÊŞÊN KURDÎꞌ

Hiso da zanîn ku ew du cureyên mêşan xwedî dike, ew jî yên zer û qehweyî ne û ev her du cure wekî “mêşên kurdî” tên naskirin. 

Hiso wiha dawî li gotina xwe anî: "Cureyên mêşan ji herêmekê heta herêmekê cudatir in, ev cure jî ji beriya sedên salan di civaka kurdî de têne xwedî kirin, ji ber vê yekê navên wan bûye mêşên kurdî."

(eh)

ANHA