​​​​​​​‘Em ê Berxwedana Serdemê veguherînin berxwedana tunekirina dagirkerî û faşîzmê’

Yekitiya Demokratîk a Xwendekaran bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku Berxwedana Serdemê ku ji Efrînê dest pê kiriye, dê heta tunekirina dagirkeriya Tirk dewam bike.

​​​​​​​‘Em ê Berxwedana Serdemê veguherînin berxwedana tunekirina dagirkerî û faşîzmê’
14 ÇILE, 2021   11:02
HELEB

Bi nêzîkbûna salvegera 3`yemîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser kantona Efrînê re, Yekitiya Demokratîk a Xwendekaran li Helebê daxuyaniyek da û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Endama yekitiyê Yara Xilêlatî li pêşiya Dibistana Şehîd Qehreman a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna bi dehan xwendekaran, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi fedakariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xwe ji dijminahiya dewleta Tirk a faşîst, hate kirin. Her wiha hate diyarkirin ku kapîtalîzma cîhanî berpirsa şerê li seranserê xaka Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku rizgariya gelan ji şerên heyî, tenê bi rêya pêkanîna rêgezên rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê ku di encamê de karesateke mirovî li dijî Kurdan pêk hat, her wiha bêdengiya aliyên navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk, şermezar kirin.

Yekitiya Demokratîk a Xwendekaran piştrast kir ku bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk rê ji êrişan re vekir ku niha li ser Eyn Îsa tên kirin. Yekitiyê her wiha bang li ciwanan kir ku tev li refên berxwedanê bibin da ku kantona Efrînê û herêmên din ên dagirkirî rizgar bikin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em soz didin ku em ê Berxwedana Serdemê veguherînin berxwedana tunekirina dagirkerî û faşîzma Tirk.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xLhGHXaBwkg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>