Nivîsgeha Jinan a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir. Ev kargeh projeya yekemîn li ser asta bajêr e û derfeta kar ji jinan re dabîn dike.

Nivîsgeha Jinan a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir
Nivîsgeha Jinan a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir
Nivîsgeha Jinan a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir
Nivîsgeha Jinan a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir
Nivîsgeha Jinan a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir
14 ÇILE, 2021   08:55
REQA-RUBA ELÎ

Li gorî pêşniyarên Nivîsgeha Jinan a Reqayê, projeya yekemîn ji jinên bajêr re hat vekirin. Ev proje di 8’ê Mijdarê de li kolana sûka Hedîd a li taxa Rimêlê bi lêçûna 4 hezar dolar hate vekirin. Projeyên bi vî rengî li bajêr pir kêm in û ji bo jinan jî tecrebeya yekemîn e.

3 jin li kargehê dixebitin, jê yek rêveber e û pispora vê xebatê ye û 2 jinên dîtir jî karker in.

Têkildarî mijarê, endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê Ewatif Îsa wiha got: "Ji erka me ye ku em derfetên kar ji jinên herêmê re dabîn bikin."

Ewatif Îsa wiha domand: "Me xebata amadekirina kargeha madeyên paqijiyê kir. Di kargehê de alavên normal hene. Lê der barê rêjeya qezencê de li gorî jinan sûdmend e, her wiha ji sedî 40 ji jinên karker re û ji sedî 60 ji sandoqa jinan a Şaredariya Gel a Reqayê re ye, da ku bi wê projeyên dîtir ên geşkirina aboriya xwe vekin. Dê di çend rojên bê de, hejmara karkeran li gorî derfet û firehkirina projeyê zêde bikin da ku xwe bigihînin projeyên ku xizetma tevahî jin û civakê dikin."

Li aliyekî din jî jina bi navê Menal Casim a ku di vê projeyê de dixebite, wiha got: "Nivîsgeha Jinan ne tenê ev proje ji bo alîkariya jinan a debara jiyana rojane vekir, lê belê ji bo ku ji civakê re îsbat bike ku jin dikarin çi proje dibe bila bibe, bi rê ve bibin."

Menal Casim hêvî kir ku ew ê piştevaniya jinan berdewam bikin da ku projeyên cihêreng vekin.

(fr)

ANHA