Zelîxa Ebdî: Girtina Leyla Guven niyetên dewleta Tirk ên dijî aştiyê eşkere kirin

Cîgira seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê  Zelîxa Ebdî diyar kir ku girtina Leyla Guven ji aliyê desthilata Tirk ve, armanc jê lawazkirina hêviyên peydakirina çareseriyên demokratîk û aştiyane yên ji bo doza kurdî ye.

Zelîxa Ebdî: Girtina Leyla Guven niyetên dewleta Tirk ên dijî aştiyê eşkere kirin
14 ÇILE, 2021   03:59
REQA-RÛBA EL-ELÎ

Zelîxa  Ebdî biryara desthilata Tirkiyê ya têkildarî girtina parlamentera Kurd Leyla Guven şermezar kir û wek sûcên li dijî mafên mirovahiyê bi nav kir.

Dadgeha Tirkiyê ya li Amedê di 21`ê Kanûna derbasbûyî de 22 sal û 3 meh ceza li parlamentera HDP`ê Leyla Guven birî.

Zelîxa  Ebdî got Leyla Guven di girtîgehên dewleta Tirk de hemleya greva birçîbûnê dabû destpêkirin, bi sedan kes tev li hemleyê bûn û ji hemû cîhanê re îsbat kir ku berxwedan rêya serkeftinê ye. Zelîxa got: "Dewleta Tirk ji bo tîrêjên azadiyê vemirînin û rihê aştiyê yê li cem Leyla Guven bişikînin, ew girt, ji ber ku Leyla bi fikr û felsefeya xwe ve girêdayî ye û ji Erdoganê faşîst re îsbat kir ku vîna xwe ji siyasetên Tirkiyê yên faşîst xurttir e."

Zelîxa Ebdî piştrast kir ku Leyla Guven bi greva birçîbûnê îsbata berxwedana xwe kir û wê û hevrêyên xwe yên di girtîgehên Tirkiyê de di greva birçîbûnê de bûn, ji cîhanê re îsbat kir ku berxwedana wan berxwedana pêkanîna azadiyê û aştiyê ye.

Zelîxa wiha gotina xwe berdewam kir:"Berxwedana Leyla Guven hişt ku hevgirtin û aştiya di navbera gelan de xurttir bibe û yekitiya êş û fikrên jinên cîhanê çêkir."

Zelîxa  Ebdî destnîşan kir ku Leyla Guven jineke têkoşer e û baweriya wan bi karînên wê tê, di heman demê de xwedî fikreke siyasî û çareseriyên aştiyane ye û bi vî fikrê bandor li jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Zelîxa  Ebdî da zanîn ku dewleta Tirk ji çalakiyên jinên siyasî ditirse, lewma her tim jinên têkoşer û azad dike armanc.

Zelîxa got dewleta Tirk li dijî jinên çalakger û siyasî, siyaseta qirkirinê dide meşandin, naxwaze jin bi hêz û vîn bin û hewldana çewisandina dengê demokrasiyê yê li herêmê dike.

Zelîxa Ebdî di dawiyê de got divê ew bangên Leyla Xalid û jinên têkoşer ji bîr nekin da ku piştgiriya Leyla Guven bikin ku rêya hemû jinên azadîxwaz ronî kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KfECFe_jNdM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>